Artêşa dagirker êrîşî cenazeyên 3 birayan jî kir

48

 

 

 

DUHOK/ROJNEWS

 

Derbarê birayên bi navê Remezan Mihemed, Tahir Mihemed û Mecîd Mihemed ku di bombebarana artêşa Tirk a dagirker de hatin qetilkirin de, agahiyên zelaltir hatin bidestxistin.

 

Ji Asayîşê destûr girtin

 

Li gorî zanyariyên ku malbatê û gundiyan dane, hersê bira bi destûra Asayîşa herêmê ji bo karê xwe çûne herêmê. Her wiha hersê ji gundê xwe Nêrwa Sîto, bi hêstirên xwe ji bo ku pincar kom bikin çune Titim ê dikeve navbera herêmên Kinyaniş û Ertuş.

 

Cenaze di bin kevir û axê de mane

 

Di dema ku hersê birayan karê xwe dikir, balafirên şer ên artêşa dagirker, bombebaran kiriye. Di bombebaranê de hersê bira û hêstirên wan hatin kuştin. Piştî hersê bira venegeriyan malê, malbat û gundiyan dest bi lêgerînê kirin. Di lêgerinê de hêstirên ku hatine kuştin û tiştên wan hersê birayan hatin dîtin, lê ew bixwe nehatin dîtin.

 

Di lêgerîna îro de, cenazeyên hersê birayan li heman herêmê hatin dîtin. Gundiyan destnîşan kirin ku cenazeyê birayekê di bin kevir de, yên din jî dibin axê de mane.

 

Dîsa êrîş kirin

 

Li ser agahdakirinê gundiyên din jî, ji bo wergirtina cenazeyan çûn herêmê. Lê di dema hewldana derxistina cenazeyan de, artêşa dagirker vê carê bi topan êrîşî gundiyan kir. Li ser êrîşan gundî neçar man ku ji herêmê derkevin. Hat gotin ku wê caneze sibe ji herêmê bên wergirtin.

 

 

Gelê herêmê piştî qetilkirina 3 birayan ji aliyê balafirên şer ên dewleta Tirk ve zanîn, ji tazî û sersaxiyê berê xwe didin mala hersê birayan.

 

 

(sk)