ŞENGAL / ROJNEWS

Bernamaye pirozbahiya Çarşema Serê Salê ya li Çiyayê Şengalê eşkere bû.

 

Li gorî agahiyên Komîteya Amadekar dane, wê pîrozbahî di 18'ê Nîsanê (Roja Çarşemê) di saet 14:00'an de li Serdeştê destpê bike.

 

Pêşkêşvanên pîrozbahiyê Haso û Adile ne.

Wê li ser navê meclîs û saziyên Şengalê axaftin werin kirin.  

 

Kom û hunermendên ku wê berhemên xwe pêşkêş bikin, Koma Çiyayê Şengalê ya Strana, Koma  Kevana Zêrîn a Govendê, Koma Şano ya Çand û Hunerê ya Şengalê, Bavê Tayyar, Helbestvan Ferhad Merdê, Koma Zîlan a Dirbesiyê, Stranbêj Xelef Babir û helbestvan û dengbêj Kahtan Xelil beşdarî şahiyê dibin.

 

Komîteya Amadekar a Şahiyê bang li gelê Êzidî kir ku beşkarî şahiyê bibin û bi hev re cejna xwe pîroz bikin.

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here