Çeteyên DAIŞ’ê êrîşê Heşdî Şebî kir

38

 

 

 

EMÎR XANEQÎNÎ/ XANEQÎN

 

Li gor agahiyên serçaveyek polîsê Xaneqîn dayîn ajansa me, îro serê sibehê çeteyên DAIŞ’ê li nêzî bajarokê Neftexan ê girêdayî navçeya Xaneqîn a ser bi parêzgeha Diyala ve êrîşê hêzên Heşdî Şebî kirin.

 

Çeteyên DAIŞ’ê li ser rêya navbera Neftexane û Mendelî kemîn danîn pêşiya hêzên Heşdî Şebî û di encamê de çekdarek Heşdî Şebî hate kuştin.

 

Çekdarê Heşdî Şebî yê hatî kuştin ji bajarokê Mendelî ye û girêdayî tûgaya 110 a Heşd Şebî ye.

 

Li sînorê navçeya Xaneqîn liv û tevgera çeteyên DAIŞ’ê zêde bûye, kiryarên wan ên kuştin û revandina welatiyan dewam dikin.

 

(sk)