BIRYAR MIHEMED/ HEWLÊR

 

Îro Wezareta Karûbarê Şehîdan û Enfaliyan bi hevkariya parêzgeha Hewlêr û rêveberiya giştî ya Karûbarên Şehîdan li Parka Şanedar ya bajarê Hewlêr merasîmek ji bo bîranîna qurbaniyên Enfalê saz kir.

 

Di merasîma bîranê de Waliyê Hewlêr Newzad Hadî ji çapemeniyê re axivî. Hadî diyarkir ku pêwîste ew tawanbarên Enfalê ji bîr nekin û bîranînên Enfalê jî bikin bingehek yê li hember dijminên Kurd yên li her çar parçeyan.

 

 

Herwiha Newza Hadi got; “Pêwîste Hikûmeta Iraqê alîkariyek zêdetir bide Hikûmeta Başûrê Kurdistanê, ji bo tazmînata malbatên Enfaliyan. Divê mûçe û bûdçeya herêma Kurdistanê jî bişîne.”

 

Di merasîmê de ji bilî pêşkêş kirina peyaman jî pêşengeha wêneyan hat nîşandan. Pêşengehê de taybet wêneyên li ser Enfaliyan hatin nîşandan.

 

 

(ik)

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here