Enfal pêlek ji qirkirina Kurdane-DOSYA

32

 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Sûçê enfalê, ew sûçe ku hewildanên dijmintiyê ji bo qirkirina gelê Kurd li Başûrê Kurdistanê. Sûçên li hember gelê Kurd tê kirin bi rêbaz û şêweyên cûr bi cûr hatine dûbarekirin.

 

Di pêlên Enfalê de 182 hezar jin, zarok, ciwan û kal hatin enfalkirin. Ev ji curekî yê wêrankirina bi hezaran gundan û penaber kirin gel ji navçeyên cuda cuda yên Başûrê Kurdistanê ye.

 

 

Qonaxên enfalê bi vî şêweyîne:

 

Qonaxa yekem:

 

Enfala Dola Cafayetî: Di roja 23’ê Sibatê  1988’an de dibin rêvebertiya  wezirê wê demê yê parastina Iraqê Sultan Haşim, bi beşdarbuna tûgay 20 û 60’an  êrîş ji aliyê rejîma Baas ve despêkirin. Di qonaxa êrîşkirinê  li ser gundên Sergelu, Bergulî , Dola Cafayetî, Navçeya Bingirde ya rojhilatê bendava Dukan û bajarokê Dukan, bajarê Silêmaniyê, navçeya Mawet û Çuwartaş hatin girtin. Di van êrîşên nû yê beşê dijwar de gelek navçe hatin wêrankirin û talankirin.

 

 

Qonaxa yekem heya 19’ê Adara 1988’an berdewam kir. Armanca sereke tinekirin û talankirin  20-30 gundên Dola Cafayetî û dagirkirin baregehên hêzên pêşmergan  li van navçeyan bûn. Ev pêl ber bi sînorên navçeyên Sirdaş, Dûkan, Serçinar, Qelaçiwalin û Çiwartî hatin girtin.

 

Gelek ji van gelê herêmê berbi Îranê û gelek ji ber bi bajarê Silêmaniyê ve  penaber bûn.

 

Qonaxa duyem:

 

Di 22 ‘ê Adara 1988’an de  qonaxa duyem ya pêlên enfalê li navçeyên Qeredaxî, navçeya Tekiye, Silêmaniyê, Segrime,Derbendibaser, Qupî Qerax û çend cihên din li ber vê pêla qonaxa duyem ket. Bi giştî gund û navendên van navçeyan hatin  girtin.

 

 

Destpêka êrîşan li ser çend cihên strateji bi êrîşên kimyamî hatin despêkirn û gelek giran bû. Ev ji carekî din ji gelê navçeyê penaber bibe û beşa ku berbi Silêmaniyê ve çuyî ziyana wan kêmbû. Lê ew gelê berbi Herêma Germiyan ve penaber buyîn gelek ji wan hatin girtin û piştre hatin windakirin.

 

Qonaxa duyem ya enfalê heya 1’ê Nisana 1988’an berdewam kir. Ew gelê ku çuyin zêdetirê wan hatin girtin, ji bû qada leşkerî şandin ku nêzîkî 8 hezar kes ji jin, zarok, kal  û ciwan hemu birin li cem qada leşkerî (Tubzawe) ya nêzîkî Kerkûkê. Ew ciwanê di nav gelde cuda kirin û ber bi cihên ne diyar ve birin û windakirin, kesên ku mayîn jin, zarok û keçên ciwan xistin zindana lê pîremêr û pîrejin ew ji birin çola Semawe (Nugreselman) . Ji wan hejmare zêde ji birsîtî, bê avî û ji nexweşiyan mirin û termê wan di avêtin ji derveyî zindanê.

 

 

Qonaxa sêyem:

 

Qonaxa sêyem ya pêla enfalan di 7’ê Nisana 1988’an sê navçeyên Germiyan despêkir. Ev qonax, qonaxa êrîşên herî berfireh, mezin û êrîşên herî dijwar yên li ser gelê Kurd bûn di wê salê de. Li navçeya Xurmatû, Qadirkerem, Kifrî, Çemçemal, Têlekû, Pêbaz, Sengaw, Tekiye û beşek ji navçeyên Axceler destpêkir.

 

Ev qonax heya 20’ê Nîsana 1988’an berdewam kir, zerer û ziyanên mezin di aliyê madi û manewî de giha gel û 5 hezar gundên herêmê. Di 14’ê Nîsana 1988’an 4 navçe bi hevre hatin wêrankirin, nêzîkî 20 hezar jin, zarok û zelam ji aliyê hêzên Baasê ve hatin girtin. Ev roj wekî rojekî herî bi êş ya wê salêye û hemû salana ji wê rojê weke bibîranîna sûçê enfalê li Başûrê Kurdistanêye.

 

 

Qonaxa  çarem:

 

Ev qonax ji 8’ê Nîsanê heya 3’ê Adara 1988’an berdewam kir. Rejima Baas piştî sûçê di qonaxa sêyem de kirîn, hêjmara zêde kes qurbanî û bê cih kirine. Her wiha êrîş berdewam bûn li ser navçeyên din yên Başûrê Kurdistanê,  di vê qonaxê de navçeyên wekî Rêdar, Axcelar, Teqteq, Deştî Koyê û çend gundên Germıyan Esker, Guptepey despêkir.

 

 Destpêka êrîşan kimyawî di 3’ê Adara 1988’an  li ser gundê Guptepe destpêkir. Qurbaniyê li vî gundî nêzîkî 300 kesan bu. Herwiha gundê Esker ji bû hedefa bombayên kimyamî û rê li ber derbazbûna  xwecihên gundên Gulptepe, Eskender û heyderbeg  ji aliyê rejîma Iraqê ve herdem dibu hedefa sûç kirinê û gelê herêmê ne kidarî bi şêwekeyî biçûk ji tevger bike.

 

 

Qonaxa pêncem, şeşem û heftem:

 

Qonaxa pêncem, şeşem û heftem ye pêlên enfalê li navçeyên Rawanduz, navçeya Xelifan, Xuşnaw, navçeya Dulî Balsysan , Dulî Melekan, Dula Wertê, Dulî Hiran , Simaqelê destpê kirin. Destpêka êrîşan di ji 15'ê Nîsanê heya 26'ê Tebaxa 1988 dewam kir, balefirên şer yê rejima Iraqê dest bi kimyabaran gundên Nazenin, Kamusk, Sipîndare, Elilwe û Simaqulî bun hedef û jimarek zêde gelê hatin qetilkin û gelek lawir ji telef bûn.

 

Sûçê ku rejima Iraqê li  ser navçeyên Dola Balyisan kir di destpêka êrîşan de ziyanek mezin li welatiyên herêmê kir. Ji berku zêdetir ew navçeyên li ser parêzgeha Hewlêrê hatibûn valekirin û gelê wê hatibûn veguhestin. Ziyan herî mezin li navçeya  gundên Biley ket, gel cihê xwe ji bir kir.

 

Qonaxa heştem û qonaxa dawî ya enfalê:

 

Qonaxa dawî ya enfala li navçeyên Behdînan destpêkir, di 25’ê Tebaxê heya 2’ê Îlona 1988’ê berdewam kir. Pişti westan şerê Iraq û Îranê artêşa Iraqê dest bi pêlên enfalan kir li navçeyên Behdînan. Qonaxa dawî ya enfalê li navçeya Zaxo, Amêdiyê, Şêxan û Akrê destpêkir. Destpêkê artêşa Iraqê bi bombarana êrîş kir pişt re ji bi fizeyên kîmyawî bombabaran kir. Êrîşa herî giran di 24’ê Tebaxê ya li ser gundên Sipîndarê, Qedpalê li çiyayê Gare ye  bi dirêjiya 30 kîlometre navçeyan bombabaran kir. Lê rexmê ewqas bombabaran ji jimara qurbaniyan kêm bû, ev ji ew ku hêzên pêşmerge li herêmê amadekari  xwe parastinê kiribûn. Belê hemû lawirên welatiyan telef bûn,  bîrênwan ên avê jî zûwa bûn.

 

Eger ev 30 sale li ser sûçê li hember gelê Kurd li Başûrê Kurdistanê derbas bibe jî, belê nihaji  êrîşên bi vî awayî li ser gelê Kurd berdewamin. Mînak; êrîş û dagirkeriyên dewleta Tirk û çetan li Rojavayê Kurdistan li ser Efrînê hatin kirin heya niha ji berdewam dike û bi hezaran  kes şehîd û birindar bu û hezaran kes ji cih û warê xwe derketin û penaber bûn.

 

Sala borî ji artêşa Tirk bi êrîşên berfireh bir ser navçe û bajarên  Bakûrê Kudistanê pêkanîn. Bi taybet li herêmên  Sûr, Cizîr, Niseybîn, Silopya û Şirnex  beşekî mezin xirab kir û gelê herêmê penaber kir, ligel vê yekê ji bi sedan kes hatin qetilkirn.

 

73’emîn fermana li ser gelê Êzidî weke enfalek din ya zincîra  jenosida li ser gelê Kurd bû. Di sala 2014’an de çeteyên DAÎŞ’ê êrîş kir ser Şengalê û bi hezaran gelê Êzidî bi komkojiyê re ruber ma, sed hezaran gund û navçe penaber bun. Li gel vê yekê ji 5 hezar jin û keçên Êzidî ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê ve hatin revandin  û li sukên Mûsil û Reqayê hatin firotin.

 

 

(sk/ep)