HAWRÊ Û BOTAN / GERMÎYAN

 

 

Di qonaxa sêyemîn a Enfalê de ku ji aliyê rejîma dîkdator ya Baas’ê ve li dijî gelê Kurd yê Başûrê Kurdistanê pêk anî de ji derveyî berdêlên manewî çand, gund û dîroka Kurdan jî li van herêmên Enfalê hatin tinekirin.

 

Qonaxa sêyemîn a Enfalê di sala 1988’an de ji aliyê rejîma dîkdator ya Baas’ê ve li ser gelê Başûrê Kurdistanê hate pêk anîn. Di qonaxa sêyemîn de jî deh hezaran kes bûn qûrbanî. Her wiha bihezaran gûndên Kurdan hatin wêran kirin û bi kepçeyan hatin xirakirin.

 

Gundê Hezarkanî 40 kîlometre dikeve Rojhilatê bajaroka Kelarê ya ser bi Îdareya Germiyanê. Gund bi Şêx Hisênê kurê Şêx Kakehemawe dihate nasîn û li Iraq û herêmê nav û deng bû. Rejîm dema Enfalê de dibêje, divê zirer nedin Şêx Hisên lê, Şêx Hisên helwesteke bi anor raber dike û dibêje, dema gel li wir tê Enfal kirin vî şêwazê rizgarkirinê qebûl nake û li gel xelkê herêmê tê Enfal kirin.

 

Hunermend Celal Mihemed Emîn ji bo ne avadankirin û ne çêkirina bîrdariyek ji bo enfalkiriyan rexne li Hikûmeta Herêma Kurdistanê dike û wiha diaxive: “Tevî ku ev 30 sale ser enfalê re derbas bûye jî hê gundê Hezarkanî ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve ne hatiye avakirin. Pêwîste gundê Hezarkanî bibe mezargeha taybet ya Enfalê û arşîv û belgeyên der barê vî gundî de werin komkirin û ev gund neyê ji bîr kirin.”

 

 

Jina bi navê Amîne Heme Ferec jî behsa rewşa gundê Hezarkanî ya beriya Enfalê dike û dibêje, “Ji bo dîtina Şêx Hisên xelkê herêmê dihatin gund lê, ketina gund jî ewqas hêsan nebû. Ji bo bikevin gund di dorê de diman.”

 

 

Amîne Ferec jî xemgîne ku heya niha ji bo bîranîna enfalkiriyên gundê Hezarkanî ti xebatek ne hatiye kirin. Ferec dibêje, ti belgeyek û wêneyeke wan jî li gund nîne û ti xebateke berhevkirina arşîva wan ne hatiye meşandin.

 

 

 

(ep/bz)

 

 

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here