Hersê bira di bombebarana artêşa Tirk de hatine qetilkirin

60

 

 

 

ROJNEWS / ŞÊLADIZÊ

 

 

Balafirên şer ên Tirk 6 roj beriya niha gundê Nêrwe Sîto yê ser bi bajaroka Şêladizê ya girêdayî navçeya Amêdiyê ya parêzgeha Dihokê bombebaran kiribûn. Di bombebaranê de ziyanek mezin gihîştibû mal û milkê gundiyan.

 

Piştî heman bombebaranê 3 birayên ji Şeladizê ku li gundê Nêrwe Sîto di nava zeviyên xwe de kar dikirin, winda bibûn. Ji wê rojê ve agahî ji hersê birayan nehatibû girtin. Ev çend rojin malbat û gundî li hersê birayan digeriyan, lê tu agahiyek bidest nexistibûn.

 

Hersê birayên bi navê Remezan Mihemed, Tahir Mihemed û Mecîd Mihemed roja bombebaranê li nava zeviyên xwe yên li gundê Nêrwe Sîto kar dikirin.

 

 

Hêstir û tiştên wan hatin dîtin

 

Li gorî agahiyên ku gundiyan dane, dema hersê birayan karê xwe dikir, balafiran herêm bombebaran kiriye. Gundiyan piştî bombebaranê li cihê bûyerê hêstirên hersê birayan û tiştên wan dîtin. Gundiyan gotin ku hêstir di encama bombebaranê de hatine kuştin.

 

Çapemeniya Tirk dîmenên wan belav kirin

 

Li aliyê din çapemeniya Tirk dîmeneke ku îdîa dikin yên gerîlayên PKK’ê ne belav kirin. Dîmen ji balafiran hatine kişandin, lê balkêş e ku di dîmenan de gerîla na, gundî xuya dikin. Di dîmenan de gundiyên ku li nava zeviyên xwe hêstirên xwe bar dikin hene. Piştî bombebaranê li heman herêmê hêstir bi awayekî kuştî hatin dîtin, lê gundî winda bûne.

 

Parçeyên cenazeyên wan hatin dîtin

 

Malbata hersê birayan û gundiyên herêmê ku ev nêzî hefteyekê ye lêgerînên xwe didomînin, îro di saetên nîvro de, rastî cenazeyên hersê birayan hatin. Cenaze bi awayekî perçebûyî, li dora gundê Nêrwe Sîto hatin dîtin.

 

Şêniyên gund, di van kêliyan de hewl didin ku cenazeyên hersê birayan bibin bajaroka Şeladizê. Çav li rê ye ku cenazeyên hersê birayan sibe bi merasîmekê bên veşartin.

 

Remezan Mihemed pêşmergeyê li Lîwa Taybet a 1 e. Herdu birayên din jî yek endamê asayişê yê teqawit bûyî û yek jî pêşmergeyê taqewitbûyi ye.