Lavrov: Êrîşa li dij Sûriyê nayê qebûlkirin

61

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di civîna Konseya Polîtikayên Parastinê de li ser êrîşên Amerîka, Britanya û Fransayê yên li dij Sûriyê hat kirin axivî.

 

Lavrov ragihand ku êrîşa Amerîka, Britanya û Fransayê ya li dijê Sûriyê derqanûnî ye û nayê qebûlkirin û got ku ji dereyî dîmenên li ser medyaya civakî ti agahî di destê dewletên rojavayî de nîne.

 

Sergey Lavrov got ku  Rûsya û Fransa ji bo ku pisporên Fransayê biçin Dûmayê û li bûyerê lêkolîn bikin lihev kiribûn, lê ji aliyê Fransayê kesekî car din li wan venegeriya ye.