Li gelek navendan tecrîd û dagirkirina Efrînê hate portestokirin

30

 

 

 NAVENDA NÛÇEYAN 

 

Li Danîmarkayê bi şîara “Em Xwedî li Şoreşa Jinên Kurd derdikevin” ji stasyona Savanemollen heta Sefaretxaneya Tirk meşek hate lidarxistin. Di meşê de pankartên “Berxwedan jiyan e” hate hildan û tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrînê hate protestokirin. Meşa ku Meclîsa Jinan a Sêvê, antîfaşîst, enternasyonalîst û komên sosyalîst ên şoreşger piştgirî kir de bi hezaran kes tevlî bûn. Di axaftinên hatin kirin de bal hate kişandina ser berxwedana li Rojava û Kobanê ya li dijî hişmendiya kapitalîst a netew-dewletê. Dîsa hevserok NCKD Samîe Bîlen jî got ku dagirkeriya Tirk a li Efrînê tê wateya êrîşa li ser şoreş jinê.

 

MANNHEÎM

 

Li bajarê Mannheîm ê Elmanyayê jî Kurdistanî û rêxistinên girseyî yên demokratîk di saet 13:00’an de kom bûn û meşek lidarxistin. Meşa ku nêzî hezar kes tevlî bûn, li Alterfeûrwachê vegeriya mîtîngekê. Di mîtîngê de li ser navê NAV-DEM, NCKD, Meclîsa Jinan a Bêrîvan Ronahî, Platfroma Êdî Bese, Partiyên Elman EIE LINKE, MLPD û Deî Grûne axaftin hatin kirin. Di axaftinê hatin kirin de hate gotin ku gelê Efrînê ne bi tenê ye. Partiyên Elman jî anî ziman ku gelê Kurd ne bi tenê ne, wê têkoşîna xwe bi ya gelê Kurd re bikin ye.

 

HANNOVER

 

Li bajarê Hannover ê Elmanyayê ji aliyê Meclîsa Jinan a Şehîd Ronahî ve ji bo Efrînê standa piştgiriyê hate vedan. Li vir her roja Şemiyê stand tê danî û belavok tên belavkirin. Her wiha di çalakiyê de têkildarî Efrînê agahdarkirin tê kirin. Dîsa di çalakiyê de banga boykotkirina turîzim û berhemên Tirkiyeyê hate kirin. Li ser navê NAV-DEM’ê Altûn Bîschoff anî ziman ku ji bo agahdarkirinê stand vekirin girîng e û got: “Tevî ku jin, zarok, kal û birîndar li Efrînê bi qirkirinê re hatin derbaskirin, welatiyên li vir bi awayekî aram dijîn. Ji xwe welatî durûtiya dewleta Elman dizanin.”

 

ARNHEM

 

Bi armanca protesokirina dagirkeriya Efrînê li bajarê Arnhem a Hollanda meşek navendî hat lidarxistin.

 

Kurd û dostên wan ên li navenda bajarê Arnhem kom bûyî di saet 15:00’an de meş destpêkirin. Di tevaya meşê de dirûşmên, “ Terorîst Tirkiye”, “ Kujer Erdogan”, “Dîktator Erdogan”, “Tirkiya faşîst ji Kurdistanê bi cehinime” û “Ewropa piştgirî dide, Tirkiye bombebaran dike” hatin berzkirin. Meş piştî daxuyaniya li ser navê Platforma xwedî derketina li Efrînê hatî xwendin bi dawî bû.

 

BREMENHAVEN

 

Kurdan û dostên wan li bajarê Bremenhaven a Almanya ji bo Efrînê mîtîng lidar xistin.

 

Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (NCKD) a Bremenhavenê Nizar Sîncar got, heta Efrîn rizgar nebe emê li kolanan bin. Sîncar, tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kir û wiha got: “Azadiya Ocalan azadiya gelê Kurd û azadiya Efrînê ye.”

 

Sîncar piştgirî da biryara boykotê ya NAV-DEM’ê û diyar kir ku berhemên Tirk û turîzma wê weke guleyan li gelê Kurd dizivire.