BOTAN GERMIYANÎ / ROJNEWS

 

Îro 30. Salvegera bîranîna qurbaniyên Enfalê ye. Beriya 30 salan wek îro li Germiyan qonaxa sêyemîn a Enfalê hatibû kirin. Malbatên Enfaliyan bi vê boneyê serdana goristanên şehîdan kirin.

 

Malbatên Enfaliyan bi cilên reş çûn ser goristanên şehîdan, heya niha ne Hikumeta Başûrê Kurdistan, Hikumeta Iraq ne jî welatên cîhanê dengê wan nebihistiye.

 

Îsal li îdareya Germiyan ti merasîm û bîranînên taybet nehat kirin.

 

Beriya 30 salan wek îro ji aliyê rejîma Baasê ve komkujî li ser navçeyên Başûrê Kurdistanê pêk hat. Di encamê de herî kêm 182 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan.

 

Roja 14’ê Nîsanê wek roja Enfaliyan tê dîtin û her sal qurbaniyên Enfaliyan tên bîranîn.

 

 

 

 

 

 

 

 

 

(ik)

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here