Li Kerkûkê pêşangeha li ser Enfalê

27

 

 

 

RÊBAZ SEBAH/ KERKÛK

 

Îro Mala Rewşenbîrî ya Kerkûkê li Baxçeyê Tepe bi boneya bîranîna qurbaniyên Enfalê pêşangehek vekir. Pêkhateyên Kerkûkê tevlî pêşangehê bûn.

 

Berpirsê Mala Rewşenbîrê ya Kerkûkê Yusif Teyib li ser naverok û armanca pêşangehê ku ji ajansa me re axivî, got; “Weke Mala Rewşenbîrî ya Kerkûkê me ji bo bîranîna qurbaniyên Enfalê pêşangehek vekir. Hemû pêkhateyên Kerkûkê tevlî pêşangehê bûn. Ev jî ji bo giringîdana aştî û jiyana bi hev re ya li bajarê Kerkûkê ye.”

 

 

Yusif Teyib diyar kir ku ew hêvî dikin aliyên siyasî tifaqa nava pêkhateyan de biparêzin, ji bo welatiyan mînakên baş nîşan bidin û axaftina xwe wiha bi dawî kir; “Me jî di vê pêşangehê de ku ji hemû netewan tevlî bûne, dixwazin ji hemû aliyek re bêjin Kerkûk bajarê aştî û jiyana bi hev re ye.”

 

 

(sk)