NAVENDA NÛÇEYAN

 

Meclisa Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) îro bi boneya salvegera şehîsxistina Kemal Şêx Sade û Sidqî Salyawayî daxuyaniyek nivîskî belav kir.

 

Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) di daxuyaniya xwe de wiha ragihand; “Şehîd Kemal salên demdirêj bi rihek bê ku westan nas bike têkoşîn meşand. Ew nûnerek rasteqîne yê tevgera Apoyî bû. Bandora wî ya li ser civakê diyare.

 

Şehîd Kemal û Şehîd Sidqî di 13’ê Nîsana 2013’ê de bi êrîşek terorîstî hatin revandin û piştre hatin qetilkirin. Ev êrîş ji aliyê hikûmeta Îranê ve bi armanca tirsandin û bê îradekirina gelê azadîxwaz ê Kurd pêk anî.”

 

PJAK’ê di dawiyê de got; “Emê şopandina dosyeya doza Şehîd Kemal û Şehîd Sidqî berdewam bikin. Ji bo eddalet pêk were wê têkoşîna me dewam bike.”

 

(sk)

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here