Qurbaniyên Enfalê li Çemçemal hatin bîranîn

26

 

 

 

AŞTÎ EHMED/ ÇEMÇEMAL

 

Îro li navçeya Çemçemal a girêdayî Silêmaniyê merasîmek ji bo qurbaniyên Enfalê hat lidarxistin. Di destpêka merasîmê de ji aliyê Qeymeqamê Çemçemal Remik Remezan ve axaftinek hat kirin. Remezan di axaftina xwe de got; “Em daxwaz dikin ev bîranîn bibe bingehê yekrêzî û biratiya navbera aliyên siyasî.”

 

 

Piştî wê Wezîrê Karûbarê Şehîdan û Enfaliyan yê Hikûmeta Başûrê Kurdistanê Hacî Salih mafê axaftinê girt û got; “Li 6 navçeyan û bi 8 qonaxan tawanbariya Enfalê ji aliyê rejîma Baasê ve li ser gelê me çêbû. Hewldanên me yên alîkariyê, ji bo malbatên Enfaliyan dewam dikin.”

 

 

Di merasîma bîranînê de peyama malbatên Enfaliyan ji aliyê Biram Subhî ve hat xwendin. Di peyamê de daxwaz ji aliyên siyasî kir ku yekitiya xwe ava bikin. Herwiha daxwaz hat kirin, kesên ku destê wan di Enfalê de heyî bên dadgeh kirin. Herî dawî di peyamê de hat daxwaz kirin ku pirsa şêweyê jinosid û Enfaliyê bê kirin. Divê ev yek di navbera Hikûmeta Kurdistan û Iraqê de jî cidî bê ser rawestandin.

 

 

Herwiha di merasîmê de gelek çalakiyên cûr bi cûr hatin lidarxistin. Çalakiyên mîna şano, pêşengeha wêneyan ji aliyê malbatan ve bi baldarî hat temaşekirin. Di dawiya merasîmê de jî malbat, rayedarên Hikûmetê û welatiyan gul danîn ser goristanan.

 

 

 

 

 

 

 

(ik)