SILÊMANÎ/SILÊMANÎ

 

Îro saet 11:00’ê li navenda Rêxistina Giringîdana Demokrasiyê li bajarê Silêmanî Federasyona Rêxistina Civaka Medenî têkildarî şopandin hilbijartin û roja hilbijartinê de daxuyaniyek da.

 

Di daxuyaniya ku ji aliyê Şêxan Hemereşîd ve hatî xwendin de hat gotin ku ew weke Federasyona Rêxistinên Civaka Medenî di dema propaganda û hilbijartinê de çavdêriya hilbijartinê dikin û daxuyanî wiha dewam kir; “Emê çavderî li ew cihên li  gorî yasayê propaganda qedexe û gelek cihên din bikin. Emê roja hilbijartinê jî bi riya tîmekê çavdêriyê bikin. Herwiha emê di roja 15’an de raportek û di roja dawî ya propagandayê de raportek din belav bikin. Dema hilbijartin bi encam bû jî emê raporek cuda belav bikin.”

 

Rêxistinê di dawiyê de daxwaz ji welatiyan kir ku bi rêya hêjmara telefonê ya 07517415167 dikarin peywendî bi wan re deynin.

 

(ik)

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here