DIHOK/ROJNEWS

 

Taziya sersaxiyê ya gerîlayê HPG’ê Demhat Ehmed nasnav Demhat zindan a li Dihokê, ku di encama bombebarankirina artêşa Tirka ya li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bibû duh bi dawî bû.  Li ser şehîdbûna Demhat Zindan hevserokê KNK’ê Kamuran Berwarî û nûnerê PYD’ê yê Başûrê Kurdistanê Silêman Ereb ji RojNews re axivîn.

 

Di destpêkê de Kamuran Berwarî sersaxî ji malbatê re xwest û got; “Em bejna xwe ber şehîd Demhat di tewênin. Bexşîna giyanê me nagihi asta pîroziya xaka Kurdistanê, tişta ku niha li Kurdistanê di qewimi asan nîne. Divê herkes ji aliyekê xwe ve bedel bide, ji ber ku pêşeroja gel di metirsiyek mezin deye.”

 

Berwarî diyarkir ku şehîd Demhat di rêya rizgariya netewî de canê xwe ji dest daye, divê baş bê zanîn ku Tirkiye dijminê hebûna gelê Kurde. Berwarî wiha dom kir; “Çawa ku xwîna pêşmerge û gerîlayan tevlîhev buye, çawa ku piştgiriya ji bo Mahabad, Kobanê, Efrîn hat kirin, divê bi heman awayî yekitiya Kurdan bê avakirin. Ji ber ku ji bilî yekitiyê tu çareseriyek din nîne.”

 

 

Herî dawî Berwarî got; “Pêwîstiya Başûrê Kurdistan bi îdareyek mezin heye, ji ber ku li hemberî êrîşên dagirkeran divê Kurd xwe bi hêz bikin û xwe bi parêzin. Ev yek divê bêkirin da ku xwîna şehîdan vale neçe.”

 

Nûnerê PYD’ê yê li Başûrê Kurdistanê Silêman Ereb jî axivî. Ereb got ku pêwîstiya Kurdan ji bo doza azadî, hebûn û şerefê bi şoreşek mezin heye û wiha pêde çû; “Rastiya heval Demhat yekitiya gelê Kurd nîşanda. Bi beşdarî kirina xwe ya şoreşa Rojava cudahî di navbera parçeyên Kurdistanê de nedît. Dagirker dinava pilanên qirêj yên hember gelê Kurd dene. Hemu li ser doza Kurdan bûne yek, mijara herî girîng ji bo me yekitiya netewiye. Divê Kongreya Netewî pêkwere, hemu armanca nameya şehîd Demhat, jiyanek azad bide ava kirinbû.”

 

 

Hêjayê gotinê ye gerîlayê HPG’ê Demhat Zindan xelkê Dihokê bu û di 22’ê Adara îsal de di encama bombe barankirina firokeyên Tirkiyê ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de şehîd bibû. Şehîd Demhat di sala 2015’an de tevlî şerê li Kobanê jî bibû û birîndar bibû.

 

(ik)

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here