Tirkiye êrîş kir 3 bira winda bûn

35

 

 

 

ROJNEWS / ŞÊLADIZÊ

 

 

Balafirên şer ên Tirk 6 roj beriya niha gundê Nêrwe Sîto yê ser bi bajaroka Şêladizê ya girêdayî navçeya Amêdiyê ya parêzgeha Dihokê bombebaran kir. Di bombebaranê de ziyanek mezin gihîşt mal û milkê gundiyan.

 

Piştî heman bombebaranê 3 birayên ji Şeladizê jî winda bûn. Ji wê rojê ve agahî ji hersê birayan nayê girtin. Ev çend rojin malbat û gundî li hersê birayan digerin, lê hîn jî tu agahiyek nehatiye girtin. Hersê birayên bi navê Remezan Mihemed, Tahir Mihemed û Mecîd Mihemed roja bombebaranê li nava zeviyên xwe yên li gundê Nêrwe Sîto kar dikirin.

 

Hêstir û tiştên wan hatin dîtin

 

Li gorî agahiyên ku gundiyan dane, dema hersê birayan karê xwe dikir, balafiran herêm bombebaran kiriye. Gundiyan piştî bombebaranê li cihê bûyerê hêstirên hersê birayan û tiştên wan dîtin. Gundiyan gotin ku hêstir di encama bombebaranê de hatine kuştin. Şêniyên herêmê diyar kirin ku gumana wan heye ku hersê bira jî di encama bombebaranê de hatibin kuştin.  

 

Çapemeniya Tirk dîmenên wan belav kirin

 

Li aliyê din çapemeniya Tirk dîmeneke ku îdîa dikin yên gerîlayên PKK’ê ne belav kirin. Dîmen ji balafiran hatine kişandin, lê balkêş e ku di dîmenan de gerîla na, gundî xuya dikin. Di dîmenan de gundiyên ku li nava zeviyên xwe hêstirên xwe bar dikin hene. Piştî bombebaranê li heman herêmê hêstir bi awayekî kuştî hatin dîtin, lê gundî winda bûne.

 

Remezan Mihemed pêşmergeyê li Lîwa Taybet a 1 e. Herdu birayên din jî yek endamê asayişê yê teqawit bûyî û yek jî pêşmergeyê taqewitbûyi ye.