Waliyê Helebce: Divê cenazeyên Enfalkiriyan werin dayîn

29

 

CÎHAD HEWRAMÎ / HELEBCE

 

 

Qurbaniyên Enfalê li Helebceyê jî bi merasîmekî hatin bîranîn. Bîranîn ji aliyê Rêveberiya Malbatên Şehîd û Enfalkiriyên Helebceyê ve li ber bîrdariya şehîdên Helebceyê pêk hat.

 

Rêveberê Malbatên Şehîd û Enfalkiriyên Helebceyê Kamêran Mistefa di bîranînê de axivî û berpirsên yên sûcên enfalê kirine şermezar kir. Kameran ji Hikûmeta Iraqê jî xwest ku sûcê enfalê weke qirkirin nas bike û alîkarî bide mexdurên Enfalê.

 

 

Walihyê Helebce jî di merasîma bîranînê de axivî û ji Hikûmeta Iraqê xwest ku cenazeyên qûrbaniyên Helebceyê vegerînin cihê wan.

 

 

Serokê Komeleya Enfalê ya Helebceyê Selman Kakeyî jî diyar kir ku bi rêya Enfalê destê gelan ji hev qut kirine. Kakeyî diyar kir ku divê weke bersiveke ji berpisên sûcê Enfalê re gelên herêmê dest bidin hev, êdî hev ne êşınin û vê rojê bikin roja bihevre jiyankirina gelan.

 

 

Piştî axaftinan jî ji bo bîranîna şehîdên Enfalê mûm hatin pêxistin.

 

 

(bz)