503 namzet ji bo 46 kursiyan dikevin pêşbirkê

44

 

 

 

BIRYAR MIHEMED/ HEWLÊR

 

Hilbijartinên Parlamentoya Iraqê gelek kêm ma. Alî ketine nava pêşbirik û heyecanê. Propaganda li Iraq û Herêma Kurdistanê destpê kirin.

 

Îro saat 11:00’an li ofîsa Komisyona Bilind a Hilbijartinê li bajarê Hewlêr desteya serbixwe ya hilbijartinên Iraq derbarê hilbijartinê de daxuyaniyek da çapemeniyê. Di daxuyaniya çapemeniyê de serokê ofîsa Herêma Kurdistanê yê komîsyona bilind ya hilbijartinên Iraq, Mazin Ebdilqadir û emîndara giştî ya encûmana bilind ya karûbarên xaniman li Hikûmeta Herêmê Bexşan Zengene axivîn.

 

Di derbarê amadekariyên hilbijartinê de Mazin Ebdilqadir axivî û got; “Me hemû amadekariyên hilbijartinê yên li Herêma Kurdistanê de temam kirine. Îro propagandayên hilbijartinê destpê kirine, em daxwaz ji hemû aliyan dikin ku di dema propagandayan de aramiyê bi parêzin.”

 

 

Piştî di wê emîndara giştî ya encûmena bilind ya karûbarên xaniman li Hikûmeta Herêma Kurdistanê Bexşan Zengene axivî.  Zengene balkêşa ser namzetiya jinan û got; “Diviyabu partiyan zêdetir namzetî ji bo jinan nîşankir ba, da ku rêjeya jinan di parlamentoyê de zêde biba. Heta bê karîn divê daxwaza mafê jinan bê kirin. Nabe ku tu aliyek siyasî axaftinên nebaş ji bo namzetên jin qebûl bike.”

 

 

Li gorî bîlançoya komîsyonê, li Herêma Kurdistan 3 milyon û 144 hezar dengdêr hene. Li gorî yasaya 25 li sînorên Herêma Kurdistan beşdarî tê kirin. Herwiha ji 19 partî, 4 hevpeyman û 2 namzetên serbixwe pêktên.

 

Li gorî lîsteyan 503 namzet li Herêma Kurdistanê navê wan hene, di nava van namzetan de jî 146 jin hene. Li gorî yasaya Iraqê divê nûnertiya jinan li parlamentoyê ji % 25 kêmtir nebe.

 

Hemû ew namzetên Kurd ji bo 46 kursiyan, li hersê parêzgehên Herêma Kurdistanê Hewlêr, Silêmanî û Dihokê dikevin nava pêşbirkê.

 

Bi giştî li seranserê Herêma Kurdistanê 173 cih hatine dabeş kirin ji bo dengdanê û niha ew cih vekirine. Her kesê ku di sala 2014’an de qeyd kirina bayometrî kirine, dikarin kartên xwe bigrin. Yên din jî dikarin bi rêya kartên xwe yên kevin deng bidin. Lê tu dengdan bê kartên fermî nikarin werin kirin.

 

(ik)