Arî Hersîn: Êrîşên Tirkiyê ji bo wêrankirina Kurdistanê ne

50

 

 

 

DANA OMER/ SILÊMANÎ

 

Bombebaran û dagirkeriya dewleta Tirk li ser xaka Başûrê Kurdistanê berdewam dike. Heya niha artêşa Tirk zêdetirê 20 kîlometir ketiye nava xaka Başûr û 3 gund jî dagir kirine. Der barê dagirkerî û êrîşên dewleta Tirk de Serokê Koma Netewî li Parlamentoya Herêma Kurdistanê Arî Hersîn ji ajansa me re axivî.

 

Serokê Koma Netewî li Parlamentoya Herêma Kurdistanê Arî Hersîn got ku her welatekî pirsgirêka wî ya siyasî hebe, pêwîste bi şêweyek aştiyane çareser bike û wiha domand; “Êrîşên Tirkiyê bandorek neyînî li ser jiyana welatiyên herêmê dike. Ev jî dibe sedem hêrsa gel dijî Tirkiya zêde bibe û pirsgirêk jî nayên çareserkirin.”

 

Hersîn got ku êrîşên Tirkiyê ne ji bo çareseriya pirsgirêkane, êrîşên ji bo wêrankirina Kurdistanê ne, kuştina welatî û wêrankirina xwezaya Kurdistanê ye.

 

Hersîn dewama axaftina xwe de bal kişande ser bêdengiya hikûmeta Iraqê li hemberî êrîş û dagirkeriya Tirk û wiha pêde çû; “Hikûmeta Iraqê bi navê parastinê nîvê xaka Başûrê Kurdistanê dagir kiriye. Gelo ev sînorane ma ne serweriya xaka Iraqê ne? Ne sînorên Iraqê ne? Ev jî nîşan dide ku her dema dagirker dibînin doza Kurd ber bi pêş ve diçe, li hemberî Kurdan dibin yek û dijmintî dikin.”

 

Di dawiyê de Arî Hersîn got; “Tirkiyê çavê xwe li hatina artêşa Iraqê ji bo Xurmatû û Kerkûkê girt ku heya ew sûcê li van herêman pêk anîn. Iraq jî çavê xwe li êrîş û bombabaranên Tirkiyê yên li ser sînorê Başûr digire.”

 

Hêjay gotinê ye ku di endama êrîş û bombebaranên artêşa Tirk de pêş çend rojan 3 welatiyên navçeya Şêladiz a girêdayî Dihokê ku birayên hev bûn, şehîd bûn.

 

(sk)