ROJNEWS / ŞÊLADIZÊ

 

 

3 birayên ji Şêladizê Remezan Mihemed, Mecîd Mihemed û Tahir Mihemed yên ji bajaroka Şêladizê ya ser bi parêzgeha Dihokê ku hefteyek bû agahî ji wan ne dihate girtin û ji ber bombebaran û topbaranên artêşa Tirk jî xelk nedikarî xwe bigihînin wan duh holê ku 3 bira di encama êrîşê balafirên Tirk de jiyana xwe ji dest dane. Ji duh ve jî xizmên 3 birayan hewl didan cenazeyên xwe bigirin lê, ji ber êrîşan ne dikarîn cenazeyên xwe bigirin.

 

Hem qetil dike hem jî mecbûrê xwe dike

 

Artêşa Tirk a dagirker ku ji bo cenaze neyên girtin ev hefteyeke bû bênavber herêmê bombeberan û topbaran dike gelê herêmê neçarê xwe kir ku li ser axa xwe destûra girtina cenazeyên xwe ji bargehên Tirk bigire.

 

Hate zanîn ku xizmên 3 birayan ji bo cenazeyên xwe bigirin neçar mane ku biçin destûrê ji Baregehên Tirkiyê yên li devera Behdînanê bigirin. Hate gotin ku artêşa Tirk ji welatiyan re gotiye ji saet 6 heya saet 13’ê piştî nîvro wext daye wan ku bikarin cenazeyên xwe bigirin.

 

Xelkê herêmê ji bo girtina cenazeyên 3 birayan îro, berbangê ketin ser rêya gundê Titimê ku komkujî lê pêk hatiye. Çavlirêyê ku îro, saet 13:00’ê piştî nîvro bigijije bajaroka Şêladizê ya ser bi parêzgeha Dihokê.

 

Hersê bira bi destûra Asayîşa herêmê ji bo karê xwe çûbûn herêmê. Her wiha hersê ji gundê xwe Nêrwa Sîto, bi hêstirên xwe ji bo ku pincar kom bikin çune gundê ya Titim ê dikeve navbera herêmên Kinyaniş û Ertuşê.

 

Di dema ku hersê birayan karê xwe dikir, balafirên şer ên artêşa dagirker, bombebaran kiriye. Di bombebaranê de hersê bira û hêstirên wan hatin kuştin. Piştî hersê bira venegeriyan malê, malbat û gundiyan dest bi lêgerînê kirin. Di lêgerinê de hêstirên ku hatine kuştin û tiştên wan hersê birayan hatin dîtin, lê ew bixwe nehatin dîtin.

 

Di lêgerîna duh de, cenazeyên hersê birayan li heman herêmê hatin dîtin. Gundiyan destnîşan kirin ku cenazeyê birayekê di bin kevir de, yên din jî dibin axê de mane.

 

 

(bz)

 

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here