Asayîşa Êzîdxan: Emê rê nedin kes roja gelê me tarî bike

59

 

 

 

ÎBRAHÎM ÊZIDÎ/ ŞENGAL

 

Li nav civaka Êzidî her sal li Çarşema yekê ji meha Nîsanê gelê Êzidî bi coşek mezin cejna serê salê pîroz dikin. Piştî fermana  3’ê Tebaxa 2014’an gelê Êzidî ji bo sala 4’an vê cejnê li ser axa xwe ya Şengalê pîroz dikn. Di derbarê parastin û pêşwazîkirina cejnê de endamên asayîşa Êzidxanê ji RojNews re axivîn.

 

Di destpêkê de endamê asayîşa Êzîdxanê ya navenda bajarê Şengalê yê bi navê Besman Elî axivî û got; “Di serîda em vê cejnê li Rêber Apo û tevahiya gelê xwe pîroz dikin. Me wek Asayîşa Êzîdxanê soz daye gelê xwe ji bo ku rojên me hemû bi cejin û xweşî bin. Emê bi şev roj di erkê xwe debinû emê parastina gelê xwe bikin.”

 

 

Endamekî din yê asayîşê yê bi navê Telal  Xêro jî wiha peyîvî; “Em vê cejnê  li Babe Şêx û Serok Apo pîroz dikin. Em ji gelê xwe dixwazin bi bin  yek dest û bi yêketî cejnên xwe pîroz bikin.”

 

Telal wiha berdewam kir; “Bila her kes bizane ku em gelê Êzidî çi bête serê me emê cejin û rêwrismên xwe bi gêrin. Em zanin beriya fermanê  ji neha xweş tir bû ji ber gelê me li ser cih û malên xwe bû. Lê bi rastî ji cihê kêfxweşiyê ye ku carek din gelê  me li ser axa xwe vegeriya ye û bi dilekî xweş pêşwaziya cejnê dikin.”

 

 

Di dawiya axaftina xwe de Telal Xêro bal kişand ser hilbijartinan û got, “Heya neha gelê me dihat xapandin  û kesî xwe li me nedikir xwedî, heya em di 73’ê fermanan re der bas kirin. Banga me ji gelê me ra heye êdî bawariya wan bi aliyên der ve nayê û roja deng danê  biçin ser sindoqan û pêşeroja xwe diyar bikin.”

 

her wiha andamê asayîşa Êzidxanê Murad Hisên ji cejna çarşema serê salê li tevahiya Êzidiyan û gelê azadîxwaz pîroz kir û got; “Em îro pir kêyfxweşin ku gelê me piştî evqas zahmetî û êrîşên hovane car din li ser axa xwe ya pîroz cejinên xwe bi keyfxweşî pîroz dikin. Em jî wek asayîşa Êzidîxanê  gelê xwe piştrast dikin ku emê rê nedin rojên me tarî bibin û emê heya dawî jî gelê xwe bi parêzin.”

 

 

(sk)