Asayişa PDK’ê Navenda Nifşê Nû ya Diyanayê girt

34

 

 

 

ZAHÎR ÎBRAHÎM / DIYANA

 

 

Şevê din asayişa PDK’ê ya navçeya Diyana ya girêdayî parêzgeha Hewlêrê bi hinceta nebûna destûrê ser Navenda Tevgera Nifşê Nû ya Diyanayê de girt.

 

Der barê bûyerê bûyerê endamê encûmena Tevgera Nifşê Nû Xalis Fikrî ev agahî dan ajansa me; “Asayişê ji me re gotin ‘ger hun navenda xwe zû vala nekin, emê kel û pelên we bi şewitînin’.”

 

Fikri diyarkir ku ev nêzîkî meheke wana avahiya partiya xwe li Diyana vekiriye. Fikrî wiha domkir; “Me ji asayîşê re got ku me li Bexda komîsyon heye. Em dikarin li her deverê avahiyên xwe vekin.”

 

Herî dawî Xalis Fikrî got; “Emê ji bo lîsteya xwe ya 120 kar bikin û kar ji bo propagandayê bikin. Tu êrîş nikare me bide rawestandin.”

 

(sk)