ROJNEWS / BANE

 

 

Îro serê sibehê dİkandarên bajarokê Bane û Ciwanro ya ser bi parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê li dijî biryara rejîmê ya zêdekirina bac û gumrikê, girtina deriyê sînor ji bo bazirganan dikanên xwe girtin û dest bi grevê kirin.

 

Piştî grevê welatiyên bajarê Bane daketin qadan û xwepêşandaneke girseyî lidarxistin.

 

Hêjayî gotinêye ku  ev çend rojin cotyarên bajarê Îsfehana Îranê jî li dijî siyaseta aboriyê ya Îranê di çalakiyê de ne.

 

Ger ev greva kedkar û esnafên bajarê Bane berdewam bike, dibe ku di rojên pêş de ev grev û çalakiyên esnafan berbelavê bajarên din yên Rojhilatê Kurdistanê jî bibe.

 

(bz)

 

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here