ŞÊLADIZ/ ROJNEWS

 

Îro cenazeyê hersê birayan Remezan, Mecîd û Tahîr Mihemed ên di encama êrîşa balafirên şer ên dewleta Tirk de şehîd bûn, ji gundê Nêrwe hatin girtin û saet 13:00’ê li Goristana Şêladizê hatin definkirin.

 

Hejmarek zêde ya xelkê herêmê tevlî merasîma spartina xakê ya hersê birayan bûn.

 

Remezan, Mecîd û Tahîr Mihemed ku pêş hefteyekê di encama êrîşên balafirên şer ên dewleta Tirk de li gundê Nêrwe yê girêdayî navçeya Şêladizê şehîd bûn, duh cenazeyên wan hatin dîtin. Belê ji ber êrîş û bombebarana balafirên şer ên dewleta Tirk nekarîn cenazeyên wan bigirin.

 

Piştî îro dewleta Tirk destûr da ji bo girtina cenazeyan, gelek welatî û malbatên hersê birayan çûne gundê Nêrwe, cenaze girtin û bi karwanek mezin anîn Şêladizê. Cenaze li goristana Şêladizê hatin definkirin.

 

 

 

 

 

 

 

(sk)

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here