BOTAN GERMIYANÎ/ GERMIYAN

 

Şevê din Komeleya Gencanî Welatparêzên Kurdistanê li navenda xwe ya li navçeya Kelar a girêdayî herêma Germiyan der barê êrîşa asayişa Dihok li ser taziya gerîlayê HPG’ê Şehîd Demhat Ehmed, her wiha rê dayîna PDK’ê ya ji bo dagirkeriya xaka Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek çapemeniyê dan.

 

Daxuyaniya çapemeniyê ji aliyê endamê Komeleya Gencanî Welatparêzên Kurdistanê Armanc Germiyanî ve hate xwendin û wiha hate gotin; “Êrîşa çekdarên PDK’ê ji bo ser merasîma şehîd Demhat Ehmed û sertewandina wan a li hemberî dagirkerina xaka Başûrê Kurdistanê ji aliyê Tirkiyê ve şermezar dikin. Em di wê baweriyê de ne ku ev kiryare bi fermana dewleta Tirk a faşîst tên kirin. Emê rê nedine firotina xak û bêrêziya li hemberî şehîdên me bê kirin.”

 

 

Di daxuyaniya Komeleya Gencên Welatparêz ev hişyarî jî hate dayîn; “Ger ev bûyer dûbare bibe, wê helwesta me jî tundtir be. PDK’ê timî dijî gelê Kurd xeta xiyanetê girtiye. Li herçar parçeyên Kurdistanê dijbertiya şoreş û serkeftina gelê Kurd dike. Niha jî li Başûrê Kurdistanê dixwaze pêşî li berxwedan û şoreşgeriyê bigire. Xeta xiyanetê pêş bixwe. Her wiha bûye dest ji bo dewleta Tirk a dagirker ku xaka Başûrê Kurdistanê dagir bike.”

 

(sk)

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here