MIHEMED HESEN / RANYA

 

 

Komek Ciwanên Başûrê Kurdistanê ya devera Raperîn meşeke meşaleyî lidarxistin û di meşê de ji ji tevahî ciwanên Başûr xwestin ku li dijî dagirkeriya Tirk ji bo parastina Başûr di amadebaşiyê de bin.

 

 

Di meşê de dirûşmên l idijî dewleta Tirk û hevkarê wê PDK qîriyan û êrîşa li ser sersaxiya gerîlayê HPG’ê Demhat Rêkanî jî şermezar kirin.

 

Paşê ciwanê bi navê Elî Ranya bi navê ciwanan daxuyanî xwend û hate gotin ku dewleta Tirk piştî Efrînê niha jî hewl dide bi hêzên xwe yên leşkerî Başûrê Kurdistanê dagir bike.

 

Elî Ranya her wiha diyar kir ku PDK destûrê dide ku dewleta Tirk êrîşê Başûr bike û got tenê destûr jî nade di heman demê de hevkarî jî dike û got: “Em dibêjin ev helwesta berpirsyarên PDK’ê xizmetê ji doza netewî û gelê Kurd re nake.”

 

Ciwanan êrîşa dewleta Tirk a li ser Şehîdgeha Şehîd Simko Şehîd Gulan û êrîşa asayişa Dihokê li ser sersaxiya gerîlayê HPG’ê Demhat Rêkanî şermezar kir û ji ciwanên Başûr jî xest ku ji bo parastina Başûrê Kurdistanê di amadebaşiyê de bin.

 

(bz)

 

 

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here