Di roja yekem ya propagandaya hilbijartinê de astengî

27

 

 

 

ZUBÊR BRADOSTÎ-ROJNEWS

 

Bi despêkirina propagandaya hilbijartinê re, astengiya yekem ya ji bo lîsta 120 hat. Îro namzedê Nifşê Nû yê  lîsta 120 xwest li gundê Qurego yê ser bi navçeya Ranya ya girêdayê herêma Raperîn a Silêmaniyê, xwest dest bi propagandaya lîsteya xwe bike. Lê asayîşê rê neda ku alîgirên lîsteyê kombibin.

 

Alîgirên lîsta 120 ji gundên cuda yên başûrê Kurdistanê berê xwe dan gundê Qurego yê navçeya Ranya. Dihat payîn ku li wir propagandaya hilbijartinê were kirin, lê li ser rêya navçeya Balîsan rê li welatiyên ku ji devera Soran û Sîdekan ve dihat, hat girtin. 

 

Li gorî agahiyan asayîşê ji welatiyan re gotiye, biryar hatiye ku rê bi tu lîsteyan neyê dayîn propagandaya hilbijartinê li vê derê bike.

 

Balkêşe ku ev astengî di roja yekem ya propagandaya hilbijartinê de pêkhat.

 

 

 

 

 

(ik)