Esnafên Bane û Ciwanro dikanên xwe girtin

32

 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Piştî hikûmeta Îranê deriyên sînor ji bo kasibkar û derbakirina eşyayan girtin û nirxê baca gomirkê zêde kir, îro esnafên Bane û Ciwanro dijî vê biryarê dikanên xwe girtin û dest boykotê kirin.

 

Esnafên bajarê Bane weke çalakiyek sûfreyek vala raxistin û bi vî şêwey encama biryara hikûmeta Îranê nîşan dan.

 

Esnafên bajar û navçeyên sînor ê Rojhilatê Kurdistanê diyar dikin ku rejîma Îranê bi vê biryarê rêya jiyanê ya welatiyên Kurd dibire û wan jî dijî vê biryarê dest bi çalakiyê kiriye.

 

Tê payîn ku di rojên bên de ev pêla boykota li Bane û Ciwanro derbasî bajarên din ên sînorê Rojhilatê Kurdistanê jî bibe.

 

 

 

 

(sk)