NAVENDA NÛÇEYAN /ROJNEWS

 

 

Heftaxar herêmek girêdayî navçeya Daquq a Kerkûkê ye û dikeve navbera Daquq û Tuz Xurmatu. Ev herêma ku piraniya şêniyên wê kurd in, ji 4-5 gundan pêk tê.

 

 

Heta êrîşên 16’ê Cotmehê yên li ser Kerkuk û derdora wê, ev herêm di bin kontrola pêşmergeyan de bûn. Dema artêşa Iraqê û Heşdî Şehbî ketin herêmê, hêzên pêşmergeyan ji Heftaxar vekişiyan.

 

 

Bi ketina artêşa Iraqê ya li herêmê re, pirsgirêkên ewlekariyê zêdetir bûn. Her wiha piştî demekê komên çete yên ku tê gotin ji aliyê Tirkiyeyê ve hatine birêxistinkirin û çeteyên DAIŞ’ê li herêmê zêde bûn. Nexasim di çend rojên borî de li herêma Kerkukê di pevçûnekê de çeteyek hat kuştin û li ser cilên wî ala Tirkiyeyê hebû.

 

 

Çete gefên kuştinê li gundiyan dikin

 

Li aliyê din çavkaniyên herêmê û şêniyên gundan ragihandin ku çeteyên DAIŞ’ê dikevin herêma Haftaxar û gundiyan bi kuştinê tehdît dikin. Gundiyên ku ji ber ewlekariyê nexwestin navên xwe eşkere bikin, destnîşan kirin ku çete bi şev dikevin gundan û ji bo ku welatî tevlî hilbijartinan nebin, gefan li wan dikin. Gundiyan diyar kirin ku çeteyan ji wan re gotine, “Ger ku hun tevlî hilbijartinan bibin em ê serê we jê bikin.”

 

Hikûmeta Iraqê wê gundan hilweşîne

 

Li aliyê din hat gotin ku hikûmeta Iraqê jî hewl dide ku gundên herêma Haftaxar ê vala bike û hilweşîne. Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên pêbawer hatine girtin, hikûmeta Iraqê ji şêniyên gundên Mansur, Ferîq, Away Elî yên dikevin herêm Haftaxar û gundê Albu Necim ê li başûr-rojavayê Haftaxarê xwestiye ku gundên xwe vala bikin. Heman çavkanî got ku hikûmeta Iraqê biryar girtiye ku van gundan hilweşîne û wekî hincet jî liv û tevgera DAIŞ’ê nîşan daye.

 

 

Li navenda Daqûqê jî, piştî saet 18.00’an derketina kolanan hatiye qedexikirin û hikûmeta Iraqê biryar girtiye ku kesên piştî vê saetê bikevin navçeyê bên kuştin.

 

Têkildarî mijarê me xwest ku ji rayedarên Meclîsa Parêzgeha Kerkûkê agahiyan bigirin, lê rayedaran gotin ku tu agahiyan wan li ser mijarê tune ye.

 

 

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here