‘Ji bo dubare nebûna Enfalê pêwîstî bi stratejiya netewî heye’

25

 

 

 

DILŞAD XOŞNAW/ SILÊMANÎ

 

Bi rasthatina 14’ê Nîsanê roja Enfalê, qurbaniyên Enfalê li Başûrê Kurdistanê tên bi bîranîn. Li ser vê yekê sernûserê Govara Enfastan Emer Mehmûd ji RojNews re axivî. Mehmud diyarkir ku pêwîste di dema bîranîna qurbaniyên Enfalê de rûmet û dadperwerî hebe, eger ev nebe tu wateya bîranê jî namêne.

 

‘Hertim hewldana Enfal û jenosidê li ser kurdan hebû’

 

Mehmud di berdewamiya axaftina xwe de balkêşa ser dîroka Enfalê û wiha axivî; “Piştî peymana Lozan bi parçebuna Kurdistanê ya ji aliyê dewletan ve, niyeta Enfal û jenosidê li ser kurdan hebû. Ger Kurd weke berê bin wê Enfal dubare bibin.” Herwiha Mehmud li ser cudahiya Enfla û komkujiyên îro jî got; “Di dema Enfalê de serdema dîktatoriyê hebu, lê komkujiya Şengalê di serdema demokratiyê de pêkhat. Ji ber vê yekê divê gelê Kurd bi xwe, xwe bi parêzin. Pêwîste gelê Kurd hêviyê ji welatê navnetewî nekin, mînaka vê yekê jî di roja me de li Koban û Efrînê pêkhat. Hêza gel û şervanan kariyan derbeyek mezin li wan kesên dixwestin jenosidê li ser Kurdan bikin dan.”

 

Sernûserê govara Enfastan di derbarê gotinên ku dibêjin wê Enfal dubare bibe jî got; “Ji bo dubare nebûna Enfalê pêwîstiya me bi stratejiyek netewî heye. Eger em di hemû karan de bi nakok bin û hertim çavê me li civaka navnetewî be wê ev yek pêkwere.” Mehmud balkêşa ser berxwedana Efrînê jî û got; “Eger Efriniyan xwe nekirban parazvanên xwe, wê komkujiyên mezintir ji aliyê çete û dagirkerên Tirk ve bi ser wan de hat ba kirin. Bi baweriya vê yekê, yekane berxwedan kirin rêya mayîna gelê Kurde.”

Mehmud axaftina xwe wiha domand; “Her sal ji bo qurbaniyên Enfalê bîranîn tên li darxistin. Di wan bîranînan de gelek caran berpirsyar jî tevlî dibin. Malbatên Enfaliyan jî nerazîbunên xwe li hember wan tînin ziman û teşîr dikin. Sedemê vê yekê jî ewe ku tevlîbûna tawanbaran ya di bîranîna Enfalê deye. Ev jî bêrêziya ji dema raperînê ve ye. Ji hemûyan nexweş tir jî gendeltiye. Divê gelê Kurd hemû di wê rojê de rast bin.”

 

‘Di bîranînên Enfalê de gelek direw tên kirin’

 

Li ser ne rast gotina aliyên siyasî, partî û Hikûmeta Herêmê jî Mehmûd got; “Di bîranînên salane de gelek direw tên kirin, mixabin di her bîranînê de hinek tiştan dibêjin. Ev 27 sale tu tiştên wan pêk ne anîne, gelek rêyên başkirinê hene. Her weku rojane kîmyabaran bê kirin. Di dema Enfalê de tenê mirov nehatin kuştin, gelek lawir jî li ber wê felaketê ketin. Divê bi awayekî cuda bîranîna Enfalê were kirin.”

 

Herwiha sernûser diyarkir ku divê di roja Enfalê de goşt xwarin bê qedexe kirinû got; “Ji ber ku di wê rojê de gelek lawir jî talan bûn. Wê ev yek bandora xwe li ser raya giştî jî bike.”

 

Herî dawî Emer Mehmud helwesta ragihandê jî rexne kir û got; “Gelo di di qonaxa bîranîna qurbaniyên Enfalê de rumetê bilind dikin yan ne. Divê di van qonaxan de medya ji bo malbatên Enfaliyan rolê xwe gelek baş bilîze û wan weke qehreman jî bibîne.”

 

(ik)