Li Başûrê Kurdistan propagandayên hilbijartinê destpê kir

26

 

 

 

ROZA MIHEMED/ SILÊMANÎ

 

Bi rast hatina hilbijartinên Parlamentoya Iraqê hemû aliyên siyasî di nav liv û tevgerê de ne. Şevê din ji aliyê partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê ve li bajar û bajarokên Kurdistanê wêne û nivîsên bi armanca propagandayê hatin daliqandin. Bi vê armancê li kolan û  rêyên bajarê Herêma Kurdistanê wêne û nivîs hatin daliqandin.

 

Li gorî biryara Komîsyona Bilind ya Hilbijartinên Iraqê duh li Iraq û îro jî li Kurdistanê propagandayên hilbijartinan destpêkirin. Bi vê boneyê aliyên siyasî bi daliqandina wêne û nivîsên xwe, propagandayên xwe dan destpêkirin.

 

Hêjayê gotinê ye wê 12’ê Gulana îsal hilbijartinên Parlamentoya Iraqê werin kirin. Bi giştî 6 hezar û 982 berendaman navê xwe ji bo parlamenteriyê nivîsandine.

 

(ik)