Li Helebce çalakiya nerazîbûnê

24

 

 

 

CÎHAD HEWRAMÎ/ HELEBCE

 

Îro li ber Nexweşxaneya Çareseriya birîndarên kîmyabarana Helebce, doktor û karmendên ku navê wan derketin çalakiyek li  hember ne îmzekirina fermana damezrandin û nevekirina nexweşxaneyê lidar xistin.

 

Di çalakiya nerazîbunê de peyamek hat xwendin. Peyama ku ji aliyê Nêçîrvan Emîn ve hate xwendin de, hat gotin; “Piştî biryara pejirandina 284 doktor û karmenda ji bo Nexweşxaneya Çareseriya birîndarên Kîmyabarana Helebce, nexweşxane ne hat vekirin. Di serê meha Adarê de me navên karmendan bi şêwey lîste, radestî wezaret û Desteya Wezîran kiriye. Pêwîst bû ku di 1.04.2018’an de nexweşxane were vekirin.

 

 

Rexmê hemû belgeyên resmî jî  hatine îmzekirin û aliyên peywendîdar re hatiye axaftin, nexweşxane nehatiye vekirin.

 

Di dawiyê de doktor û karmendan diyarkirin ku ew êdî belge û nivîsên hikûmetê yên direw nagrin. Çalakvanan bi çar xalan daxwazên xwe anîn ziman.

 

Li gorî vê;

 

1-Divê hewldanek cidî ji bo îmzekirin û zivirandina navan were dayîn. Demek ji ya din zûtir nexweşxane were vekirin.

 

2-Divê zelalkirinek baş li ser nevekirina nexweşxaneyê were kirin, gelo ji ber çi nexweşxane di wextê xwe de ne hat vekirin?

 

3-Êdî welatiyên vî bajarê yên malbatên şehîdan nekin qurbana siyaset û hilbijartinan.

 

4-Eger daxwazên me pêk neyên emê serî li rêyên cûda bidin.”

 

Bînasaziya Nexweşxaneya Çareseriya ji bo birîndarên çekên kîmyabarana Helebce di 16.03.2007’an de hat avêtin. Di encama çend mehin nexweşxane temam bûye. Lê heya niha nexweşxane nehatiye vekirin.

 

 

 

(ik)