ROJNEWS / MEXMÛR

 

Dr. Mihemed Kara û Ebdulla Babat yên wargeha Penaberan a Mexmûrê îro di saetên êvarê de du pirtûkên xwe dan nasîn.

 

Danasîna pirtûkê li salona Konferansê ya Mexmûrê pêk hat. Gelê wargehê, mamoste û xwendekar beşdarî danasîna pirtûkên herdu nivîskaran bûn.

 

 

Dr. Mihemed Kara axivî behsa pirtûka xwe ya bi navê ‘Bi çavê zarokek penaberî’ kir û anî ziman ku ev pirtûk encama keda 3 salane. Kara diyar kir ku wî di vê pirtûkê de behsa jiyana penaberiyê û zehmetiyên wê kiriye û spasiya her kesê ku jêre bûne îlham û hevkarî li gel kirine kir.

 

 

Mamoste Abdulla Babat jî piştî Kara mafê axaftinê girt û behsa pirtûka xwe ya bi navê ‘Her Tiştî Di Xwe De Bibîne’ kir û destnîşan kir ku cara yekê ye ku ew xebateke wiha dide meşandin.

 

Babat diyar kir ku wî piştî temamkirina zanîngehê weke deyneke ser xwe dîtiye ku xebateke bi vî awayî bide meşandin û got: “Cara yekeme kû pirtûkek ya li ser Petegojiyê  ji bo perwerde dayîn û xwe perwerdekirinê tê nivîsîn.”

 

Babat û Kara di sempozyuma danasîna pirtûkê de diyar kirin ku wê dahata ji van pirtûkan were ji bo zarokên Efrînê bexşînin.  

 

 

 (ht-hr/bz)

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here