Lîsteya 120 li Raperîn starta hilbijartinê da

48

 

 

 

MIHEMED HESEN / RANYA

 

 

Îro piştî nîvro di saet 15:00’an de lîsteya 120 ya Tevgera Azadî, Bereya Demokrasiya Gel û Nifşê Nû li devera Raperîn gundê Qurego starta hilbijartinê da. Namzetên lîsteya 120 di mîtîngê de axaftin kirin.

 

 

Namzetên lîsteya 120 di axaftinên xwede ji alîgirên xwe û welatiyên Başûrê Kurdistanê xwestin ku ji bo guhertina desthilatiya 27 salan a herêmê dengê xwe bidin lîsteya 120.

 

 

Piştî axaftinên namzetan şahiya destpêkirina xebatên hilbijartinê destpê kir û heya niha jî berdewam e.

 

Îro 15’ê Nîsanê bi awayeke fermî bangeşeya hilbijartinên parlementoya Iraqê ku biryare 12’ê Gulanê pêk were destpêkiriye. Wê ji 503 namzetên Başûrê Kurdistanê 46 kes bikarin biçin parlementoya Iraqê.  

 

 

 

(bz)