ROJNEWS / ŞENGAL

 

 

Îro Partiya Azadî û Demokasiyê ya Êzîdiyan (PADÊ) bi konvoyekî wesayîtan starta hilbijartinê li Şengalê da. Namzetên PADÊ tevî alîgirên xwe serdana gund û navçeyan kir wêneyên namzetan li welatiyan belav kir û xwe dan nasîn.

 

 

Konvoya hilbijartinê li nava gund û bajarokên girêdayî navçeya Sinûnê ku dikeve Bakurê çiyayê Şengalê geriyan.

 

 

Di konvoyê de alên PADÊ, Hikûmeta Federal a Iraqê û posterên namzetan hatin hildan.

 

Strana hilbijartinê ya PADÊ konvoyê danîbû ser li rastê eleqeyeke mezin a gelê Şengalê hat.

 

Her wiha konvoy di nava komelgeha Zorava,Borik ,Digorê,Dihola, Sinûn û Xanesorê geriyan û namzetên PADÊ xwe bi gel dan nasîn û behsa projeyên xwe kirin.

 

 

Namzetan soz dan gel ku dengê ku ji wan re biçe weke berê berhewa neçe.

 

 

(bz)

 

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here