Parêzvanan daxwaza rakirina sîstema paşxistina mûçe dikin

30

 

 

 

BIRYAR MIHEMED/ HEWLÊR

 

Îro parêzvanên dadwerî û wezîrekan li bajarê Hewlêr dijî paşxistina mûçeyê xwe yê ji sedê 65 kom bûn û daxwaza mûçeyê xwe bi giştî kirin.

 

Li ser armanca çalakiyê yek ji parêzvanan Mihemed Fisel ev agahî dane ajansa me; “Em ji hikûmeta Herêma Kurdistanê û Wezareta Darayî daxwaz dikin ku sîstema paşxistina mûçe hilweşînin. Ji ber ku ew sîstema ji bo parêzvanan danîne, tersê sîstema ji bo karmend û hêzên din hatiye danîne.”

 

Hêjay bîrxistinê ye ku di 28’ê Adara 2018’ê de ji ber xwepêşandana mamosta û karmendan, hikûmeta Herêma Kurdistanê di sîstema paşxistina mûçe de guhertinek çêkir. Belê vê guhertinê hêzên parêzvaniyê negirtine nava xwe. Ev jî bûye sedema nerazîbûna parêzvanan.

 

 

 

 

(sk)