Pêwîstiya xelkê Efrînê bi alîkariyê heye

48

 

 

 

ROZA MIHEMED/ SILÊMANÎ

 

Dewleta Tirk ya dagirker bi çeteyên xwe ve bajarê Efrîn dagir kir. Hemû cîhan li hemberî dagirkeriya Tirkiyê bêdengiya xwe parast. Welatiyên bajarê Efrînê neçarman ji ber zilm û zordariya dewleta Tirk milk û malên xwe berdin. Efrînî niha li kampan de di nava şert û mercên pir xirab de dijîn.

 

Îro li bajarê Silêmaniyê nûnerên partiyên ku beriya dagirkirina Efrînê, serdana Efrînê kirin çûn avahiya Nûnertiya Rojavayê Kurdistan li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê û civînek pêkhat.

 

Piştî civînê daxuyaniyek çapemeniyê hat dayîn. Di daxuyaniyê de li ser navê nûnertiya Rojavayê Kurdistanê Cawîdan Hesen axivî û got; “Me li ser pilan û projeyên qonaxa duwemîn ya Efrînê gotubêj kir. Bi taybet di vê dema ku hilbijartin bên kirin, divê hemû alî ji bo alîkariya Efrîniyan dest bi xebatê bikin. Welatên navnetewî bêdengiya xwe di parêzin, divê em bi xwe hev bigrin û alîkariya hev bikin.”

 

Herwiha Hesen balkêşa ser rewşa Efriniyan jî û got; “Rewşa xelkê Efrînê yê çuyî navçeya Şehba gelek xirabe, pêwîstiyên rojane peyda nabin. Divê em pêwîstiyên wan kombikin û rê bikin.”

 

Herî dawî Hesen behsa kesên ku mayîn di Efrînê de jî kir û got; “Kesên ku mayîn di Efrînê de dibin zilm û zordariya çeteyên Tirkiyê dene. Rojane çeteyên Tirk û leşkerên wan, ser malên welatiyan de digirin û zextê li wan dikin.”

 

(ik)