‘Pirsgirêka Kurd yek ji pirsgirêka herî giran a Tirkiyeyê ye’

26

 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

Van rojan wê rapora Yekîtiya Ewropayê ya têkildarî muzakereyên endametiya Tirkiyeyê were weşandin û tê gotin, di raporê de wê were gotin ku zemîna dewamkirina hevdîtinan li gel Tirkiyeyê nemaye.

 

Hin beşên raporê ku van rojan wê were eşkerekirin li Elmanya di rojnameya heftane ya "Welt am Sonntag"ê de weşiya.

 

Di raporê de tê gotin ku ti zemîna ku bikaribin hevdîtinên endametiyê geş bikin nemane.

 

Di raporê de tê gotin Enqere ji 'dadmendî, serweriya hiqûqê, mafên sereke û azadiya derbirîna azadiyê gelekî bi paş ketiye' û tê gotin, ji Yekîtiya Ewropayê gelekî dûr ketiye.

 

D raporê de her wiha tê diyarkiriin ji bo ku hevdîtinên endamtiyê siberojê geş bibin divê Tirkiye Rewşa Awarte rake û her wiha tê bibîrxistin ku piştî hewldana darbeye 150 hezar kes hatin binçavkirin, 110 hezar karmend ji kar hatine kirin, di nav wan kesan de ku hatine desteserkirin 150 nûçegihan, nivîskar û parêzvanên mafê mirovan jî hene.

 

Pirsgirêka Kurd

 

Di raporê li ser pirsgirêka Kurd jî tê gotin, "Yek ji pirsgirêka herî dijwar e" ku Tirkiye li rasta wê hatiye. Di raporê de helwesta YE'yê ya di mijara PKK'ê tê dubarekirin û ji Tirkiyeyê dixwaze ku 'şîdeta bi sînordar' bi kar bînin.

 

(bz)