DANA EMER/ SILÊMANÎ

 

Li gorî yasaya hilbijartinên Iraqê ku ji aliyê parlamentoya Iraqê ve derketiye, rê û cihên rêvebirina hilbijartinê, şêwazê tomarkirina lîsteyan û diyarkirina berendamtiyan wiha ye.

 

Piştî rûxandina rejîma Baasê ya di 9’ê Nîsana sala 2003’an de, parlamento ji 328 kursiyan pêkhat. Piştî çend mehek bi biryarek ya parlamentoyoyê 9 kursiyên din jî hatin zêde kirin.

 

Tê payîn ku 12.05.2018’an hilbijartinên parlamentoya Iraq pêk were. Wê hilbijartin li gorî yasaya Iraqê pêkwere. Wê dengdana taybet beriya 48 demjimêran li pêş dema hilbijartinê pêkwere. Wê di dengdanek taybet de hêzên navxweyî , parêzvan, girtî, nexweşên dinava nexweşxaneyan de û ew kesên penaber bûyîn deng bidin.

 

Wê di 15.04.2018’ an de propagandayên hilbijartinê destpê bikin. Propagandaya hilbijartinê wê rojek ji hilbijartinê re mayî dawî lê bên.

 

Yasaya hilbijartinên Iraqê yên parlamentoya Iraqê bi hêjmara 45 ya sala 2013’an derketiye. Di sala 2017’an de hatiye qeydkirin. Carek din di sala 2018’an de hatiye qeyd kirin.

 

Li gorî yasaya Iraqê pêwîste pêş temambûna dema pêştir herî kêm 45 rojan bên hilbijartin. Roja hilbijartinê jî wê ji aliyê Encûmena Wezîran, bi hevkariya li gel Komîsyona bilnd ya hilbijartinê bê diyarkirin. Ev yek jî bi rizaya parlamentoyê çêdibe.

 

Hilbijartina parlamentoya Iraqê wê ji bo 320 kursiyan be. Wê hêjmara kursiyan jî li gorî hêjmara rûniştvanên her parêzgehekê were diyar kirin. Ji bo her 100 hezar deng kursiyek tê bi dest xistin.

 

Herwiha 8 kursiyên ku ji bo kêmenetewan hatîn diyarkirin jî bi vê şêweyî ne: “5 kursî ji bo Xiristiyanên li parêzgehên Bexda, Mûsil, Dihok, Hewlêr û Kerkûkin. Ev jî tê wê wateyê ku 5 ber endam li van derane ji bo xwe diyar dikin. Ji bo Êzidiyan jî kursiyek li parêzgeha Nînowa tê wergirtin. Saêyeî Mendayî kursiyek li Bexda digrin û li parêzgeha Mûsil jî Şebek kursiyek digrin.”

 

Hêjmara kursiyên parêzgehan jî bi vî awayî ye:

 

Li gorî yasaya Iraqê di hilbijartinan de kî dikare deng bide:

 

Li gorî yasa Iraqê herkesê ku nasnameya Iraqê hebe û temenê wî 18 salî temam kiribe û aliyê derûnî de temam be navê xwe li cihê qeyd kirinê tomar dike û dikare deng bide. Dengdan tenê rojek pêktê. Herkes dikare dengê xwe bide lîsteyek û berendamek. Dikare dengê xwe tenê bide lîsteyek jî.

 

Kî dikare bibe berendam ji bo parlamentoya Iraqê?

 

Ew kesê ku dixwaze bibe berendam pêwîste nasnameya Iraqê hebe, aliyê derûnî temambe,temenê wî 30 salî kêmtir nebe û pêwîste tu caran nehatibe ceza kirin û girtin. Pêwîste di dema xwe kirina berendamtî de eskerî nebe û endamên dezgehên parastinê nebe. Herwiha divê xwedî dîploma be.

 

Wê komîsyona hilbijartinê ya bilind a Iraqê navê berendaman ji bo komîsyona nîştimanî yeksan, beriya 15 roj mayî ji hilbijartinê re bişîne.

 

Qeyd kirina lîsteya

 

Li gorî yasayê sê curên lîsteyê heye, lîstek jêre dibêjin lîsteya yek kesî ku kesek tenê dikare xwe bike berendam û lîsteyek serbixwe hebe. Cûrek din yê lîsteyan jî lîsteya partiyên siyasiye. Partiyên siyasî li ser navê xwe lîste qeyd dikin û lîsteya berendamên xwe pêşkêş dikin. Herwiha cûrek din yê lîsteyê jî, lîsteya hevkariya çend aliyane ku bi hevre lîsteyek çêdikin. Bi hevre berendam amade dikin.

 

Di hemû lîsteyên tên pêşkêş kirin de nabe rêjeya jin ji %25 kêmtir be. Ev jî tê wateya pêwîste ji 3’ê zilaman yek jî jin bê dest nîşan kirin.

 

Piştî wê li gorî ew dengên hatîn bi destxistin navê berendaman di nava lîsteyan de tê nivîsîn.

 

Qedexeyên di dema propagandaya hilbijartinê de

 

Li cihên hikumî propagandaya hilbijartinê qedexeye, nabe cihên olî ji bo propagandaya hilbijartinê bên bi karanîn. Nabe logoya fermî ya Iraqê bê bikaranîn. Bi karanîna pereyê dewletê ji bo bikaranîna propagandaya hilbijartinê qedexeye. Nabe ku hêzên parastinê û eskerî ji bo gorîna encamên hilbijartên bên bikaranîn.

 

(sk)

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here