‘Bêdengiya Hikûmeta Herêmê ji şîrîkatiya wê tê’

46

 

 

 

MEXMÛR / ROJNEWS

 

 

Endamê Komîteya Peywendiyên Derve ya Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) Bêwar Unver têkildarî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê û bêdengiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li beramber van êrîşan nirxand. Unver diyar kir ku bêdengiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya di mijara dagirkeriya Tirk a li ser Başûr de ji hevkarî û şirîkatiya wê tê.

 

 

Unver diyar kir ku piştî dagirkirina Efrînê dewleta Tirk êrîşênx we yên li Başûrê Kurdistanê jî zêde kiriye û wiha axivî: “Êrîş derbasî qonaxeke nû bûye. Dewleta Tirk li her derê li dijî destkeftiyên Kurd derdikeve û rê nade ku Kurd destkeftiyên xwe biparêzin. Ji ber vê bi Îran, Iraq û nûnerên Sûriyê re jî lihevkirin da ku destkeftiyên Kurd yên Rojava tine bikin. Her wiha bi van êrîşan hewl didin pêşî li pêkhatina yekîtiya Kurd bigirin.”

 

‘Helwesta gelê Başûr ya li dijî êrîşan zelal e’

 

 Bêwar Unver îşaret bi hedefgirtina sivîlên Başûrê Kurdistanê jî kir û anî ziman ku helwesta gelê Başûr ya li dijî dagirkeriyê zelale lê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê bêdenge. Unver wiha pêde çû:Di van rojên dawî de artêşa Tirk êrîşên xwe yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê bi taybet herêma Xaxûrkê, Biradost, Sîdekan û gelek deverên xaka Başûrê Kurdistanê zêde kiriye. Ev êrîşên li ser Başûr piştî dagirkirina Efrînê hate zêkirin. Li dijî van êrîşan helwesta gel di asta herî jor de ye, dîsa gelek aliyên siyasî û dezgehên saziyên civaka sivîl nerazîbûn nîşan dan. Lê mixabin ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya ku serweriya herêmê di destê wê de ye ti deng derneket. Li gel vê jî li gorî yasa û rêziknameyan jî divê hikûmeta Iraqê û qada navneteweyî dengê xwe li dijî vê dagirkeriyê bilind bike.

 

‘Bêdengî tê wateya hevkariya êrîşan’

 

Bêdengî tê wateya hevkariya êrîşan. Ji ber ku hikûmeta ku li hemberî van êrîşan bêdenge rê nade ku gelê başûr jî nerazîbûna xwe di asteke pêwîst de raber bike. Bi taybet di êrîşên li ser herêmên sivîl tên kirin de, gelek welatî bûne qûrbanî. Herî dawî li herêma Şêladizê 3 birayên ku çûbûn nava bax û bostanên xwe bûn hedefa balafirên şer yên Tirk.”

 

 ‘BI ÊRÎŞÊN TIRKAN RE, liv û tevgera çeteyan jî zêde bû’

 

Unver destnîşan kir ku bi êrîşên artêşa Tirk re êrîşên DAIŞ’ê jî zêde bûye û got: “Li gel êrîşên artêşa Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê, êrîşên çeteyên DIAŞ’ê jî zêde bûye. Bi taybet êrîşên çeteyan li Kerkûk, Daqoq, Xaneqîn, Xurmatû û deverên bi nakok zêdetir bû. Ev êrîş ne ji rêzê ye diyare ku hevkariyeke dewleta Tirk li gel çeteyên DAIŞ’ê heye. Her wiha çeteyên hatin kuştin ala Tirkan li ser wan hebû ev bi awayeke vekirî nîşanda ku ev çete bi hevkariya Tirkiye hatine herêmê û li herêmê şer dikin. Dixwaze DAIŞ’ê li herêmê zindî bike û kiryarên salên borî yên li Kurdan kirî dubare bike.”

 

‘Civaka navnetewî bêdeng e’

 

Endamê Komîteya Peywendiyên Derve ya Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) Bêwar Unver rexne li Saziyên Civaka Navnetewî ku îda dikin mafê mirovan diparêzin jî kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Li dijî van êrîşên qirker ên li ser gelê Kurd tê kirin di qada navneteweyî de bêdengiyek bê wate heye. Bi taybet Konseya Ewropa (KE) û Neteweyên Yekbûyî (NY) yên ku dibêjin em parêzvanên mafê mirovanin bêdeng in. Ev jî vê dide diyarkirin ku dema mijar dibe Kurd, her alî bêdengin.”

 

(ab-wt/bz)