Dema bangeşeya hilbijartinê li Germiyan cûda ye

43

 

 

 

BOTAN GERMIYANÎ-HEWRÊ KIRÊKAR/ GERMIYAN

 

Îro civîna yekemîn a liyên siyasî, Qeymeqamê navçeya Kelar û rêveberiya Germiyan li dîwana rêveberiya Germiyan pêk hat. Di civînê de li ser bangeşeya hilbijartin, dema bangeşe û cezayê binpêkirina destûra hilbijartinê guftûgo hate kirin.

 

Têkildarî naveroka civînê cigirê rêveberê herêma Germiyan Şêx Ebdullah ku ji ajansa me re axivî, got; “Em li gel tevahî aliyên siyasî yên herêma Germiyan civiyan. Me li ser dema bangeşeya hilbijartinên parlamentoya Iraqê guftûgo kir. Hemû li ser biryarên civînê hemfikir bûn.”

 

 

Şêx Ebdullah her wiha got; “Di civînê de biryar hate dayîn ku rojane bangeşeya ji bo hilbijartinê ji saet 15:00’ê heya 23:00’ê şevê bê kirin. Kes hewldana têkdana aramiya xelkê nede. Azadî ji xelkê ne veşêrin. Li cihên giştî, çûn û hatinê wêne û posterên namzet û lîsteyên xwe ne rakin.”

 

Di dawiyê de jî Şêx Ebdullah got; “Her wiha biryar hate dayîn ku her hizbek li gor yasayan neçe bê cezarkirin û cezayê wê ji aliyê Komisyona Bilind a Hilbijartinê ve bê dayîn. Ev ceza jî qasî 5 milyon dînare.”

 

(sk)