Ebadî: Komisyona hilbijartinê ne serbixwe ye

27

 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî îro li paytextê Iraqê Bexda bersiva pirsên rojnamegeran da û bal kişande ser şêwazê bi pêkhatina hilbijartina û rolê Komisyona Bilind a Hilbijartinên Iraqê.

 

Ebadî got ku ew ji bo destnîşankirina endamên komisyona hilbijartinê tiştek nabêje û wiha domand; “Şêweyê diyarkirina endamên komisyonê ji aliyê parlamentoyê ve şaşe. Li gel vê jî erka hikûmetê pêkanîna ewlehî û parastina aramiyê ye.”

 

Ebadî li ser şêwazê bikaranîna dengan jî got; “Ji bo hilbijartina dengan şêwazê elektronîke. Belê hîna jî şêwazê bikaranîna dendan bi dest tê kirin û tenê amêrek ji bo piştrastkirinê li ser cihê karanîna dengan tê bicihkirin û ew jî her dengê hate karanîn tomar dike. Ji vê re jî dengdana zû tê gotin.

 

Şîrketa Spanî amêrê lêkolînê çêkiriye û şîrketa Koreya Başûr jî amêrê elektronî yê dengdanê çêkiriye. Hêvî dikin ku komisyon şîrketên din jî ji bo serkeftina proseya dengdanê li gel amêrên wan erkdar bikin. Ji bo hilbijartinek bê hîle pêk were.”

 

Ebadî diyar kir ku ew ji serbixwebûna komisyona hilbijartinê bi gumane û got ku Komisyona Bilind a Hilbijartinê ne serbixwe ye.

 

(sk)