‘Ji ber bêhelwestiya hikûmetê dagirkeriya Tirkiyê dewam dike’

30

 

 

 

HAWKAR MISTEFA/ SEYÎDSADIQ

 

Dagirkerî û êrîşên dewleta Tirk ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê berdewam dikin. Heya niha di encama bombebaranên dewleta Tirk de gelek welatî şehîd bûne. Di vê çarçoveyê de welatiyên navçeya Seyîdsadiq a girêdayî Silêmaniyê ku ji ajansa me re axivîn, nerazîbûna xwe ya dijî êrîşên Tirkiyê anîn ziman.

 

Welatiyê bi navê Aras Ehmed diyar kir ku ji ber nebûna helwestek cidî ya hikûmeta Herêma Kurdistanê, ev jî bûye sedem ku dewleta dagirkera Tirk dagirkirina xaka Başûrê Kurdistanê berdewam bike.

 

 

Aras Ehmed wiha jî got; “Tişta niha dewleta Tirk dike, jenosida gel û xaka Kurdistanê ye. Bêhelwestiya hikûmeta Iraqê û welatên mezin ên cîhanê jî vê rastiyê dubare dikin ku gelê Kurd bê doste. Ji bo wê jî pêwîste Kurd ji dîrokê sûd bigire û pêşî li dubarebûnên Enfalek din bigire.”

 

Welatiyek din ê navçeya Seyîdsadiq bi navê Ebubekir Hisên li ser dagirkeriya dewleta Tirk wiha peyîvî; “Sedema anîna hêzên leşkerî, çêkirina baregeh û dagirkirina xaka Başûrê Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk ve di rêza yekem de ji nava hikûmetê PDK berpirse. Berpirse ji hatina navendên îstixbaratî yên dewleta Tirk li nav xaka Başûr.”

 

 

Di dawiyê de jî Ebubekir Hisên got; “Desthilatên herêmê bi berdewamî şaştiyên demên buhrî dûbare dikin. Ji bo berjewendiyên hizbî û malbatî destê dagirkeran digirin ji bo hatina nav xaka Başûr. Ji bo wê jî divê welatî li hemberî vê bêdeng nebin û helwesta cidî nîşan bidin.”

 

(sk)