Ji Koma Çiyayê Şengalê strana hilbijartinê

75

 

 

 

ŞENGAL / ROJNEWS

 

 

Endamê Koma Çiyayê Şengalê Ehmed Berekat têkildarî piştgiriya xwe ya hunerî ji bo PADÊ axivî û diyar kir ku ger beriya fermanê partiyeke wan a weke PADÊ hebûya wê ferman bi serê wan de ne hatiba. Berekat ji bo çêkirina strana hilbijartinê ya li ser PADÊ jî wiha got: “Me jî weke Koma Çiyaye Şengalê ji bo partiya xwe stran çêkir. Ji bo em bikaribin pêra bibin alîkar. Em bawer dikin ku wê gelê me jî xwedî li PADÊ derkeve. Ji ber PADÊ weke bersiva fermana 74’an derketiye. Niha dixwaze bibe dengê gelê ji femranê maye. Ji bo em careke din bi fermanan re rû be rû nemînin piştgiriya PADÊ dikin. Ji lewma me weke Koma Çiyayê Şengalê weke erkekî zanî ku stranek ji bo PADÊ çêbikin. Me bi vê stranê xwest peyamek bigihînin gelê Êzidî. Gotin û awaz weke kom amade kir.”

 

 

Berekat diyar kir ku berê jî hinek bi navê gelê Êzidî çûne parlementoyê lê ti kes nûnertiya rast ya gelê Êzidî nekiriye û bang li gelê Êzidî kir ku ji bo nûnerên rasteqîne yên gelê Êzidî bişînin parlementoyê divê deng bidin PADÊ.

 

Endamekî din yê Koma Çiyayê Şengalê Yasir Borik jî diyar kir ku wan bi strana xwe piştgirî dane PADÊ û ji tevahî gelê Êzidî xwest ku xwedî li deng û îradeya xwe derkeve.

 

 

(bz)