SILÊMANÎ/ROJNEWS

 

Îro danê sibê Şaxê Silêmanî ya Komîsyona Bilind ya Hilbijartinên Iraqê civînek ji bo qadên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û ragihandinê li dar xistin.

 

Piştî civînê daxuyaniyek çapemeniyê hat dayîn. Di daxuyaniya çapemeniyê de rêveberê şaxa Silêmanî yê Komîsyona Bilind ya Hilbijartinên Iraqê, Hawrê Tofîq axivî û got; “Armanca me ya vê civînê ew bu ku em rê û şêweyê beşdarî kirina hilbijartinan bidîn nîşandan. Herwiha me behsa çawa beşdarî kirina qada siyasî, rêxistinên civaka sivîl û rojnamevanan ji bo çavdêrî kirina dengdêran kir.”

 

 

Tofîq di dewamiyê de ragihand; “Wê li seranserê Iraqê cihên ku dengdan pêk were, sindoqa elektronî were danîn. Her cihê ku dengdana wî xilas bû, wê bi rêya elektronikê encamên dengdanên cihên xwe, ji bo navenda sereke ya komîsyona hilbijartinê li Bexda bişîne. Bi vî şêwey encama hilbijartinan 3 saetan piştî bidawîbûna karanîna dengan wê bikare were eşkerekirin.”

 

Di 12’ê Gulana 2018’ê de hilbijartinên Parlamentoya Iraqê wê pêkwerin.

 

(ik)

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here