ROJNEWS / BRÛKSEL

 

 

Roja 12’ê Nîsanê Kurdên Feylî li avahiya Parlementoya Ewropayê ya li bajarê Brûksel ya Belçîkayê Konferansa xwe ya 3. lidarxistin.

 

Îro jî bi daxuyaniyeke nivîskî encamnameya konferansa xwe eşkere kirin. Di daxuyaniyê de îşaret bi wê tê kirin ku ji bo bihevre jiyankirina gelan bi awayeke aşitiyane û bidestxistina mafê kêm neteweyan pêwîstî bi pêşxistina demokrasiyê heye.

 

Di encamnameyê de îşaret bi rola jinan ya di civakê de jî tê kirin û wiha tê gotin, “Em ê hewl bidin rola jinan di nava civakê de çalaktir bikin da ku bikarin tevlî tevahî qadên jiyanê bibin.”

 

Kurdên Feylî ji bo di çarçoveya sîstema ne merkezî de xwerêveberiya Kurdên Feylî li bajarê Bexda û bajarên din yên Kurdên Feylî lê dijîn damezrîne banga piştgiriyê li Yekîtiya Ewropa dike. Her wiha di vê çarçoveyê de îşaret bi pêwîstiya pêşxistina civakê û dabînkirina hêzên xweparastinê ji bo Kurdên Feylî jî dike.

 

Kurdên Feylî her wiha daxwaz ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê jî dike ku kar ji bo avadankirina ew cihên ku Kurdên Feylî lê niştecihbûnê dike.  

  

(bz)

 

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here