SALIM EMO / ROJNEWS

 

 

Li Şengalê coş û amadekariya cejna 'Çarşema Serê Nîsanê' yanjî 'Çarşema Sor' destpê kiriye û Êzidî xwe ji bo vê cejna pîroz bi hêviya avakirina jiyaneke nû pêşwazî dikin.

 

Esnafê bi navê Seyîd Elî cejna Çarşema Serê Nîsanê li Êzidiyên ketine destê DAIŞ’ê û niha dîl tên girtin pîroz kir û got: “Em ji xwedê dixwazin ku ev cejn bibe cejna tifaqa tevahî gelê Êzidî. Ya rastîn me bawer nedikir ku em ê careke din bikarin li ser axa xwe cejna xwe pîroz bikin.  Lê, em ê ticarî dest ji çand û cejnên xwe bernedin.”

 

 

Dikandarê bi navê Zêdo Şemo jî cejna gelê Êzidî pîroz kir û daxwaza rizgarkirina dîlên di destê DAIŞ’ê de kir. Şemo diyar kir ku ji ber hatina cejnê gel qesta bazar dike û amadekariyên cejnê dikin.

 

 

Şemo di dewama axaftina xwede jî îşaret bi girîngî dayîna van cejnên pîroz yên gelê Êzidî jî kir û got ku ew piştî fermanê zêdetir girîngî bi pîrozkirina can cejnan daye.

 

 

 

Hêjayî gotinêye ku 18’ê Nisanê Cejna Çarşema serê Nisanê ya baweriya Êzdayetiyê ye.

 

Çarşema Sor ango Çarşema Serê Nîsanê bi boneya wê baweriya dibêje, wê rojê dinya hatiye afirandin û wê rojê her sal dîsa Xwedayê aleman Dîwana heft melekên xwe dicivîne ji bo ku qedera dinyayê û ruhberan ji bo sala li pêşiyê diyar bike, di nava Êzîdiyan de yek ji rojên herî pîroz ên cejnan e. 

 

Di vê cejnê de civaka Êzîdî hêkan dikelîne û wan rengorengo dike. Ew hêk jî temsîla ji nû ve avakirina gerdûnê ne. Lewma di qewlên Êzîdiyan ên derbarê afirandina dinyayê de, teşbîha durreke mîna hêkê tê kirin ku bi şikestina wê derya û dinya, pê re jî tevahiya gerdûn û jiyanê peyde dibe.

 

 

(bz)

 

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here