NAVENDA NÛÇEYAN

 

Êvara 16.04.1987’an de rejîma Baas Dola Balîsan û Xoşnawetî kîmya baran kir. Bi vê re Dola Balîsan a Xoşnawetî ku girêdayî parêzgeha Hewlêrin bu yekem qurbanê çeka kîmyabaranê ya li Başûrê Kurdistanê.

 

Divê kîmya baranê de 264 welatî şehîd bûn û 400 kes jî birîndar bûn. Xwezaya jîngeya navçeyê hemû jehrî bû. Ji ber vê sedemê Hikûmeta Herêma Kurdistanê vê rojê weke Roja Jîngê ya Kurdistanê diyar kir.

 

 

Îro jî di roja bîranê de merasîmek ji bo qurbaniyên kîmbaranê hat kirin. Gelek çûk di merasîmê de hatin berdan.

 

Herwiha bi heman armancê li navçeya Çemçemal a ser bi parêzgeha Silêmaniyê jî gelek dar hatin çandin. Bi dar çandinan qurbaniyên Enfal û kîmyabaranê hatin bîranîn.

 

Tê payîn ku di vê heftê de ji aliyê welatî û jînge parêzan ve gelek çalakî bi vê armancê werin kirin.

 

 

(ik)

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here