Turnuvaya Futbolê ya ciwanên Xanesorê bi dawî bû

23

 

 

 

DAXWAZ-NEDÎMA  / ŞENGAL

 

 

Turnuvaya Futbolê ya ciwanên Şengalê ku 22’ê Adarê ji aliyê PADÊ ve hatibû organîzekirin duh bi dawî bû. Di turnuvaya futbolê de taxima Xortên Xanesorê û Birayên Şehîd Faris rikaberiyê kirin. Maça futbolê ya li bajarokê Xanesorê ya Şengalê bi serkeftina taxima Xortên Xanesorê 5-1 ya li hember taxima Birayên Şehîd Faris bi encam bû.

 

 

Namzetê PADÊ  Xwedêda Murad xelatên futbolîstan da. Xelat weke rêza yekemîn û rêza duyemîn ji bo herdu taximên rikaberiyê kirin hate dayîn.

 

 

 

 

(bz)