Welatiyê astengdar 15 salin debara xwe bi firotina çeqmaqan dike

37

 

 

 

SWÊSNE SELAM/ SILÊMANÎ

 

Welatiyê astengdar bi navê Osman Kerîm (63) yê ji bajarê Silêmaniyê,  ev 15 sale çeqmaqan di firoşe. Di Îlona sala 1988’an di şerê Îran û Iraqê de, herdû pêyên xwe wenda kiriye. Lê Osman vê yekê ji xwere weke astengî nabîne û her roj derdikeve ji derve û kêrên xwe di firoşe.

 

Osman Kerîm û malbata wî di şert û mercên zor de dijîn. Hevsera Osman jî astengdare, ji bilî dahatûya firotina çend çeqmaqan û mûçeyê astengdaran ku ew jî 3’ê meh carek 90 hezar dinar didinê tu dahatûyek din a wan nîne.

 

Rewşa aborî ya vê malbatê di rewşek xirab deye. Osman neçare ji bo debara malbarta xwe peyda bike çeqmaqan difiroşe. Osman li bazarê li ser rêyan çeqmaqên reng û reng difiroşe.

 

Osman Kerîm li ser kursiya xwe ya bi ceyranê kar dike digere û her êvar dema diçe malê, dadine ser ceyranê ji bo jarş bibe. Beriya were mal xwarin û pêdawistiyên xwarinê ji bo xwe û hevsera xwe dikire û berbi mal ve dikeve rê. Dema digihe mal ew û hevsera xwe di sifreyek biçûk de, xwarina xwe danin û dixwin. Li ser xwarinê serpêhatiya roja xwe, bi hevsera xwe re parve dike.

 

Li Başûrê Kurdistanê bi hatina krîza aborî re gelek malbat di nava şert û mercên xirab de dijîn. Bi taybet kesên ku astengdarin ji vê yekê gelek bandorbûne.

 

(ik)